23:16 24 Hezîran 2018
Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yıldırım li Rusya

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li Moskowê ye

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bi balafira taybet ‘TUR’ çû paytexta Rûsyayê Moskowê.

Kremlîn
© Sputnik / Владимир Песня
Serokwezîrê Tirkiyê li balafirxaneya Vnukovayê ji aliyê balyozê Moskowê yê Tirkiyê Huseyîn Dirioz û çend karbidestên din ve hat pêşwazîkirin.

JI ALIYÊ BALYOZÊ TIRKIYÊ VE HAT PÊŞWAZÎKIRIN

Li gor daxuyaniya Kremlînê hatibû ragihandin ku dê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn hevdîtinekê bi Serokwezîrê Tirkiyê re bike.

Tê çaverêkirin Yildirim di serdana xwe ya Rûsyayê de digel Serokwezîrê Rûsî Dmitriy Medvedev û Serokê Konseya Federasyona Rûsyayê Valentina Matviyenko re jî were ba hev.

ŞANDEYA SEROKWEZÎRÊ TIRKIYÊ

Di şandeya Serokwezîrê Tirkiyê ya Rûsyayê de hevsera Serokwezîr Yildirim Semîha Yildirim, Wezîra Malbatê û Polîtîkayên Sosyal Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîrê Ekonomiyê Nîhat Zeybekcî, Wezîrê Enerjî û Derametên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Faruk Çelîk, Wezîrê Çand û Turîzmê Nabî Avci û Wezîrê Deryavanî û Ragihandinê Ahmet Arslan cî digirin.

Bi heman mijarî:

Yildirim wê li Moskovayê bi Matviyenko yê re were ba hev
Çavuşoglu: "Yildirim, li Moskovayê wê bi Pûtîn û Medvedev re hevdîtinê bike"
Serokwezîrtî: "Tirkiye û Rûsya bazirganiya xwe dê bi TL û rubleyê bikin"
Pisporê Rûsî: Di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de peymaneke veşarî heye
Îdia: Dê Amerîka, Rûsya û Tirkiye operasyona hevpar bikin
Etîketan:
Serdana Rûsya, Serokwezîr Binali Yildirim, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de