03:34 14 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî û Sererkanê Iraqê Osman El Ganimî

    Barzanî bi sererkanê Iraqê re li ser Mûsilê hevdîtin kir

    © Foto: presidency.krd
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel Sererkanê Giştî yê Artêşa Iraqê Osman El Ganimî civiya.

    Mesûd Barzanî 5ê Berfanbarê li Seroktiya Herêma Kurdistanê ya Pîrmam (Selahaddîn) a bajarê Hewlêrê bi sererkanê Iraqê û şandeya pê re hevdîtin kir.

    Di hevdîtinê de, ji xeynî Sererkanê Iraqê fermandarên Iraqî yên Hêzên Asmanî Korgeneral Enver Hamedemîn, Cîgirê Sererkanê Iraqê yê berpirsê operasyonan Korgeneral

    Abdulemîr Yarallah û Serokê Îstixbarata Leşkerî yê Iraqê Tumgeneral Sad El Allak amed bûn.

    SERKEFTINÊN PÊŞMERGE HATIN PÎROZKIRIN

    Seroktiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê ragihand ku di hevdîtinê de li ser operasyona rizgarkirina Mûsilê, hêzên Pêşmerge û hevkariya bi artêşa Iraqê re hatiye rawestîn û berdewama hevkariya her du aliyan hatiye xwestin.

    Herwiha hat diyarkirin ku şandeya Iraqî serkeftinên Pêşmerge di operasyona Mûsilê de pîroz kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Celal Talabanî sersaxî ji Barzanî re xwest
    Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê û Barzanî hevdîtin kirin
    Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
    Barzanî: Em ê pirsgirêkên xwe bi Bexdayê re bi diyalogê çareser bikin
    Barzanî li ser îdiayên 'şewitandina alê' daxuyanî da
    Etîketan:
    Hewlêr, Fermandarên Iraqê, Operasyona Mûsilê, Iraq, Barzanî, Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de