02:26 24 Hezîran 2018
Qamişlo

Li Rojava kampanyaya 'Na ji sitemkariyê re, êdî bes e' hat destpêkirin

© Foto
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li Rojava ji bo dawîanîna kiryarên li ser partiyên ENKSê kampanyayeke bi navê “Na ji sitemkariyê re, êdî bes e” hat destpêkirin ku ji nivîskar û bizavkarên siyasî 2 hezar 254 kesan îmze da wê kampanyayê.

Bizavkarên Rojava ku nivîskar û siyasetmedar jî tê de cih digirin, li dijî kiryarên girtina siyasetmedaran ji aliyê asayîşa Rojava ve û girtina ser ofîsên partiyên Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) kampanyayek dane destpêkirin.

Li gor Yekîtî Medyayê ku bi ser Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) ve ye, 2 hezar 254 kesan îmze daye kampanyaya "Na ji sitemkariyê re, êdî bes e".

BIZAVKAR DAXWAZA DAWÎANÎNA GIRTINAN DIKIN

Xwediyên îmzeyan ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku partiya deshilatdar a Rojava ye dixwazin, bi hinceta ku ew kiryar xizmeta dijminên kurdan dikin dawî li girtina rojnamevanan, welatiyan, siyasetmedaran bîne.

Bi heman mijarî:

Şerê li rojavayê Minbicê dijwartir bû
Artêşa Tirkiyeyê ket Eyndîwera Rojavayê
Li Rojavayê şekir ji 900 lîreyî daket 550
PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
ENKS: Bila Tirkiye kêşeya kurdên xwe çareser bike, xwe tev li yên Sûriyeyê neke
Etîketan:
Bizavkarên Rojava, ENKS, PYD, Kampanyaya îmzeyan Rojava, Sûriye, Rojhilata Navîn, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de