05:39 12 Kanûn 2017
Zindî
    Celal Talabanî YNK

    Celal Talabanî sersaxî ji Barzanî re xwest

    © AFP 2017/ Tolga Bozoğlu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê damezirîner ê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî l ser koça dawî ya Eqlîma Barzanî ya xwîşka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, peyameke sersaxiyê şand.

    Celal Talabanî di peyama sersaxiyê ya ku ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye de xemgîniya xwe anî ziman û wiha got:

    "Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawîn a Eqlîma Barzanî ya xwîşka we ya mezin gihîşt min. Bo wê xema we, ez beşdarî di xema we de dikim û behî û serxweiyên xwe yên germ pêşkêşî we dikim. Bi rêya cenabê we jî, ez hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî yek bi yek ê xêzan û malbata we ya birêz dikim. Ji xwedayê mezin jî daxwaz dikim, ku cane Eqlîma Barzanî ya xwîşka we bi biheşta fereh şad bike û sebir û aramî jî bibexşe cenabê te û hemû aliyekê û ew jî dawîn xem be û (hûn) ji nexweşî û tengaviyan bi dûr bin."

    KEÇA MEZIN A MISTEFA BARZANÎ BÛ

    Eqlîma Barzanî ya di sala 1933'yan jidayik bûye keça Mistefa Barzanî ku damezirînerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.

    Barzanî ya xwişka Serokê Herêma Kurdistanê ya mezin 5ê Berfanbarê li nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê wefat kir.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê û Barzanî hevdîtin kirin
    Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
    Barzanî: Em ê pirsgirêkên xwe bi Bexdayê re bi diyalogê çareser bikin
    Barzanî li ser îdiayên 'şewitandina alê' daxuyanî da
    Fûad Husên û Mesrur Barzanî bi tîma Trump re dicivin
    Etîketan:
    Eqlîme Barzanî, Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî, Celal Talabanî Sersaxî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de