15:49 20 Hezîran 2018
Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî

Îranê bersiv da bangewaziya Erdogan

© REUTERS / ATTA KENARE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îranê di derbarê bazirganiya bi pereyên herêmî de bersiv da bangewaziya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Behram Qasimî di civîna xwe ya çapemeniyê de di derbarê bangewaziya Erdogan ya ji bo bazirganiya bi pereyên herêmî de axivî û got, "Ger ku em wê fikrê têxin meriyetê, wê gelekî fikreke erênî be."

Qasimî di derbarê mijarê d ev tişt goti: "Ger ku bangewaziya Tirkiyeyê ne ji bo demeke kin, planeke demdirêj be bangewaziyeke erênî ye. Ger Tirkiye di vê mijarê de cidî be, em dikarin dest bi hevkariyê bikin.

Rayedarê Îranî got,"Ger ku welatên xwediyê aboriyeke bihêz bi pereyên xwe yên netewî bazirganiyê bikin, em bi erênî dinirxînin. Ger ev du welatên cîranên hevdu bin û di navbera wan hecmeke bazirganî ya mezin hebe, kirin û firotinên wisa wê ji bo herdu aliyan jî bisûd be. "

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan çend roj berê gotibû, "Me bi Rûsya, Îran û Çînê re hevdîtin kir. Em ê bi pereyên xwe yên herêmî kirîn û firotinê bikin. Em ê bi Rûsyayê re bi ruble, bi Çînê re bi Yuan, bi Îranê re bi dînaran kirîn û firotînê bikin."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Em bi Rûsya, Îran û Çînê re bi pereyên xwe kirîn û firotinê bikin
Erdogan: Dowîzê xwe hûr bikin, qeyran wê di ser me re derbas be
Etîketan:
bersivdayîn, bangewazî, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, Serokomarê Tirkiyeyê, Behram Qasimî, Recep Tayîp Erdogan, Tirkiye, Çîn, Rûsya, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de