12:28 20 Mijdar 2017
Zindî
    balafira artêşa sûriyeyê- balafir

    Li rojhilatê Helebê balafireke artêşa Sûriyê hate xistin

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Li gor nûçeya Al Mayadeen a Lubnanî, li Helebê ji aliyê muxalîfan ve balafireke artêşa Sûriyê hatiye xistin û pîlotên balafirê jî jiyana xwe ji dest dane.

    Hat ragihandin ku balafir li nêzî firgeha Helebê hatiye xistin ku hêj daxuyaniyeke fermî ji aliyê Sûriyê ve nehatie dayîn.

    Artêşa Sûriyeyê meha borî li hember komên çekdar yên li rojhilatê Helebê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin ku operasyon bi ser ket û nêviyê Helebê ji komên çekdar hate paqijkirin.

    Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura çend roj berê derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek da ku tê de digot komên çekdar ji sedî 40ê kontrola Helebê winda kirine.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya tîmeke paqijkirina mayînan şand Helebê
    Heyva Sor a Kurd li rojhilatê Helebê navendeke tenduristiyê vekir
    Çavuşoglu: Em ji rewşa Helebê bitirs in û divê Esad biçe
    Piştî serkeftina Artêşa Sûriyeyê li Helebê, milîtan li tevahiya Sûriyeyê çekên xwe datînin
    De Mistura: 400 hezar kes li Helebê asê mane
    Lavrov: "Sivîlên li rojhilatê Helebê bi alîkariya Rûsyayê vekişiyan"
    Etîketan:
    komên çekdar, artêşa sûriyeyê, şer, Staffan De Mîstura, heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de