22:22 26 Gulan 2018
Minbic - Sûriye

Ji muxalefeta Sûriyê bangewaziya hevkariyê bi Îsraîlê re

© REUTERS / Rodi Said
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Komeke ji muxalefeta Sûriyê ji bo hilweşandina rêveberiya Beşar Esad banga hevkariyê li rêveberiya Îsraîlê kir.

Rêxistina bi navê Tevgera Halas Wetanî ku xwe wek opozîsyona dijî rêveberiya Beşar Esad dide naskirin bang li rêveberiya Îsraîlê kir ku ji bo hilweşandina hikûmeta Esad alîkariya wan bike.

Heta niha nayê zanîn bê ligel vê rêxistina ku xwe bi navê Tevgera Halas Wetanî dide naskirin kîjan hêzên din ên opozîsyona Sûriyê cî digirin.

'PÊŞNIYAR GELÊ SÛRIYÊ GIRÊ NADE'

Parêzerekî serkirdeyê muxelefeta Sûriyê Firas Hecî Yahya jî li ser vê bangewaziyê got, ‘ev pêşniyar gelê Sûriyê girê nade û ev rêxistin bixwe nehatiye bihîstin ku di siyasetê de ti serpêhatiyeke wan nîne. Tenê bi vê pêşniyarê derketin holê.'

Yahya herwiha bal kişand ser ku gelê Sûriyê di şerê Ereb-Îsraîlê de piştevaniya Filîstînê dike û xîyanetê li wan nake.

BANG LI NY Û WELATÊN ROJHILATA NAVÎN KIRIN

Koma bi navê Halas Wetanî ya Sûriyeyî di vîdyoyeke ku belav kiribû de, Îsraîliyê bi nasnavê Fahd Misrî (Leoparê Misrê) nîşan dabû û daxwaz ji hemû welatên Rojhilata Navîn kiribû ku digel Neteweyên Yekgirtî (NY) deshilatiya Beşar Esad hilweşînin.

Bi heman mijarî:

Sûriye: Daxuyaniya Erdogan delîla êrîşkariya Tirkiyê ye
'Amerîka dixwaze li Sûriye û Iraqê dewlata kurd damezirîne'
Sûriye: Tirkiye û Amerîka jî tê de, em ê li dijî destwerdanên leşkerî derkevin
Sûriye: "Delîlên ku Enqere û Washîngton piştgiriya milîtanan dikin hene"
Sûriye: Tirkiye bi temamî berpirsyara rageşiyên Rojhilata Navîn e
Etîketan:
Banga hevkariya Îsraîlê, Koma Halas Wetanî, Muxalefeta Sûriyê, Rojhilata Navîn, Suriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de