04:46 19 Çile 2018
Zindî
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    'Îdiayên girêdana PYDê bi PKKê re Komîk in'

    © AFP 2018/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim ji rojnameya Almanî Süddeutsche Zeitung re li ser armanca Kurdên Sûriyê û pêwendiyên bi Tirkiyê re axivî.

    Li gor nûçeya Deutsche Welle Salih Muslim ji rojnameya Almanî Süddeutsche Zeitung re daye xuyakirin, ‘Yên El Babê bistînin, dê rêyên ku diçin bi ser keleha DAIŞê jî kontrol bikin.'

    Muslim daxuyakirin ku Kurd hewil didin El Babê ji DAIŞê paqij bikin, lê Erdogan dixwaze vê bajarokê bistîne û derfeta bêhnvedanê bide DAIŞê.

    'JI BO ERDOGAN DAIŞ HÊ JÎ BIJARDEYEK E'

    Muslim îdia kir ku hebûna DAIŞê li herêmê dê ji bo Erdogan wek bijardeyeke tehemula wê bike bimîne.
    Muslim got, ‘ji bo Tirkiyê kontrolkirina El Babê girêka nehiştina yekkirina herêma kurdên Sûriyê ye ku li seranserê sînor bidest xistine.'

    'TIRKIYE DIXWAZE HEBÛNA LEŞKERÎ MEŞRÛ BIKE'

    Salih Muslim li ser gotegotên paqijkirina etnîkî li herêmên ketine kontrola hêzên kurd de da zanîn, ‘Ev propogandaya Tirkiyê ye. Dixwazin gelê wê derê li hemberî me serê rake û ew jî hebûna leşkerên xwe li Bakurê Sûriyê meşrû bikin.'

    Hevserokê PYDê bi bîr xist ku di rewşan da ew rê nadin sivîl biçin herêmên rizgarkirî, lewra pêwîstî bi paqijkirina kemînên bombeyên DAIŞê heye.

    'ÎDIAYÊN GIRÊDANA PYD'Ê BI PKK'Ê RE KOMÎK IN'

    Salih Muslim teqîna Enqerê ya 17ê Sibatê ku 29 kesan can dabû û li wî bi xwe jî bi tohmeta vê teqînê doza 30 sal cezayê girtîgehê hatibû vekirin wek sûcdariyeke ‘komîk' nirxand û got, ‘Em û PKKê xwedî heman nêrînan e, lê ji hêla rêxistinî ve ti pêwendiya partiya me PYDê bi PKKê re tune ye. Me ti caran karekî terorê nekiriye.'

    'DAHATUYA ESAD DÊ GELÊ SÛRIYÊ DIYAR BIKE'

    Muslim li ser siyaseta serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump a ku guhertina rejîma Şamê nake armanc ji xwe re jî got, ‘Hêj planên Trump baş nayên zanîn. Bi derdora siyasî ya Trump re pêwendiyên me hene, lê dê dahatuya Esad ne Trump gelê Sûriyê diyar bike.'

     

    Bi heman mijarî:

    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    Yildirim: PYD dê ji Minbicê derkeve
    Tirkiye: Yan PYD dê derkeve yan dê bê derxistin
    PYD: Li Efrînê di bombebarana artêşa tirk de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
    Erdogan: De bila PKK û PYD were we rizgar bike
    Etîketan:
    Hevserokê PYDê Salih Muslim, Trump, El Bab, Beşar Esad, Erdogan, DAIŞ, Suriye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de