23:30 21 Gulan 2018
    Stenbol

    Keştiya Rûsî li peravên Stenbolê asê bû

    © REUTERS / Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Keştiyeke Rûsî ji ber tundiya bayê kur li îşev li peravên Stenbolê yên navçeya Kartal asê bû. Xebatên rizgarkirina keştiyê didomin.

    Di medya Tirkiyê de hat ragihandin ku 2 keştî li dor demjimêr 21:00ê li perava Kartal a Stenbolê ji ber tundiya bayê kur asê bûne ku yek ji wan keştiyan ya Rûsî ye.

    Hêzên ewlekariya peravê, polîsên deryayî, tîmên tenduristiyê digel tîmên hawarçûnê yên vemirandina agir û ambulansan bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

    Xebatên rizgarkirina muretebatê keştiyan berdewam dikin.

    Etîketan:
    Kartal, Keştiya rûsî li peravê asê bû, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de