15:48 23 Gulan 2018
    Raportorê NYyê Nils Melzer

    NY: Intiba bi me re çêbû ku êşkence li Tirkiyeyê berbelav e

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî îdiayên êşkence û miameleya nebaş li Tirkiyeyê, raportorê taybet ê NYyê Nils Melzer ji bo lêkolînê hat Tirkiyeyê û ragihand ku piştî hewldana derbeya 15ê Temûzê, intiba bi wan re çêbûye ku ev "kiryar" bi awayekî berbelav li Tirkiyeyê hatine kirin.

    Melzer di serdana xwe ya Tirkiyeyê de çû Enqere, Stenbol, Riha û Amedê û bi rayedarên wezaretên derve, hundir û dadweriyê re civiya. Rayedarê NYyê yê ku bi Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Bilind, rayedarên bijîşkiya Dadwerî ya Stenbolê û nûnerên rêxistinên mafên mirovan re jî civiyabû, serdana Girtîgeha Tîpa Fyê, Saziya Infaza Sizayê ya Jinan, girtîgehên D û Eyê yên Amedê, Girtîgeha Silivriyê ya Stenbolê û qereqolên polîsan ên Riha û Stenbolê jî kir.

    "POLÎTÎKAYA TOLERANSA SIFIR JI BO ÊŞKECEYÊ, BI DERBEYÊ RE QELS BÛ"

    Li gorî nûçeya DWyê, Melzer daxuyaniyeke çapemeniyê li Enqereyê daye, spasiya rayedarên tirk ji ber hevkariya wan kiriye û diyar kiriye ku toleransa sifir li himberî êşkenceyê ku piştî salên 90î dest pê kiribû, piştî hewldana derbeya leşkerî û ragihandina rewşa awarte, gelekî qesl bûye.

    "KHK CIHÊ NÎGERANIYÊ NE"

    Herwiha Melzer diyar kir ku piştî hewldana derbeya leşkerî, "hesteke giştî ya kêmbûna baweriyê û tirsê di civakê de" belav bûye û îdiayên êşkence û miameleya xerab nehatine vekolandin û wiha dewam kir: ""Qanûnên hikûmî(KHK) yên ku dirêjbûna dema desteserkirinê bê serperiştiya dadgehan derxist 30 rojî û nahêlin ku gumanbar heta 5 rojan bi parêzeran re bicivin, cihê nîgeraniyê ne. Gihandina dadger û parêzeran a lezgîn; gelekî giring in ku miamleya xerab û êşkence neyên kirin."

    "LEZGÎN, BILA LÊKOLÎNEKE BÊALÎ Û BERFIREH DEST PÊ BIKE"

    Ji aliyê din ve, Melzer diyar kir, wan tesbît kiriye ku di desteserkirin û girtinan de, hêzên ewlekariyê tevgeriyane û qet xwe ji êşkence û miameleya xerab dûr nexistiye.

    Rayedarê NYyê bangî hikûmeta Tirkiyeyê kir ku meqamên Tirkiyeyê ku ji bo êşkence û miameleya xerab, zûka lêkolîneke berfireh û bêalî bidin destpêkirin.

    "DIVÊ HEMÛ ÎDIA BÊN VEKOLANDIN"

    Derbarê girtîgehan de jî, Melzer diyar kir ku bi giştî rewşa girtîgehan "mirovî razî dike" lê bi qasî 125% heta 200% ji kapasîteya xwe zêdetir hatine tijîkirin û wiha dewam kir:

    "Rewla ewlekariyê li Tirkiyeyê guherbar e û mafê hikûmetê li dijî hewldaneke nû ya derbeyê bergiriyan bigire lê divê dest ji têkoşîna li dijî êşkenceyê bernede. Divê toleransa sifir li himberî êşkenceyê bi israr bê sepandin û hemû îdia werin vekolandin".

     

    Bi heman mijarî:

    NY: Îsal 500 hezar afxan ji ber şer koçber bûn
    Kurdên Şebek ji NY û Herêma Kurdistanê alîkariyê dixwazin
    Pûtîn: Ez dixwazim bi Sekreterê nû yê NY re diyaloga erênî deynim
    Ji NY daxuyaniya 'pêşnûmeya îstismara zayendiyê'
    NY: “DAIŞê, li nêzî Mûsilê serê 6 milîtanên xwe jê kir”
    NY: Dibe Tirkiyê asta ku tê qebûlkirin derbas bike
    Etîketan:
    miameleya xerab, êşkence, NY, Nils Melzer, Enqere, Stenbol, Riha, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de