02:47 19 Çile 2018
Zindî
    Xwepêşandana ENKSê - Alaya Kurdistanê ya rojavayê

    Di xwepêşandana ENKSê de alozî derket

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor jêderên herêmî û medya Rojava, Asayişa Rojavayê 'li bajarê Qamişlo êrişî xwepêşandana ENKSê û nivîsgehên her du partiyên PDK-Sê û PYKSê anku Yekîtiyê kir û gule bi ser xwepêşanderan de reşandin'.

    Asayişa Rojavayê îro li bajarê Qamişlo êrişî xwepêşandana ENKSê û nivîsgehên her du partiyên PDK-Sê û PYKSê anku Yekîtiyê kir û gulle bi ser xwepêşanderan de reşandin.

    Îro Encûmena Nişîtmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li bajarê Qamişlo dest bi kombûneke cemawerî ji bo şermezarkirina girtina siyasetmedarên xwe de kir.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, çavkaniyekê taybet ji nav bajarê Qamişlo yê Rojavayê ragihandiye, îro înê 2ê Befanbera 2016, hêzên Asayişa Qamişloyê êrişî nivîsgehên her du partiyên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyeyê (PYKS anko Yekîtî) kiriye.

    Herwiha heman çavkaniyê gotiye, hêzên Asayişa Qamişloyê guleyên hewayî bi ser xelkê xwepêşander re reşandin.

    Ji aliyê din ve, malpera Yekîtî Mediyayê ragihand ku "koma bi navê "ciwanên şorşeşger" a bi ser PYDê ve êrîşî xwepêşanderên li ber nivîsgeha PDK-Syê kiriye.

    ​Kurdistan24ê jî ragihand ku di encama gulereşandinê de 5 xwepêşander birîndar bûne.

    Hêjayî gotinê ye ku ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Asayîşa Rojavayê ve nahatiye dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    ENKS wê sibe li Qamişloyê xwepêşandanekê lidar bixe
    ENKS: Bila Tirkiye kêşeya kurdên xwe çareser bike, xwe tev li yên Sûriyeyê neke
    ENKS bangî civata navdewletî kir: Fişarê li Esadî bikin ta li Hesekê nexîne
    ENKS bi Balyozê Rûsyayê re dicive
    ENKS li Hewlêrê serdana balyozxaneyên hinek dewletan dike
    Etîketan:
    xwenîşandan, PYKS, PDK-S, PYD, ENKS, Qamişlo, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de