03:08 26 Gulan 2018
Mêrdîn

Li Dêrikê bablîsok rabû

© Foto : Wikipedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
1 0 0

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê duh êvarî piştî destpêka baranê û bahozê bablîsok rabû û di encamê de dîwarê gelek xanî û bexçeyan xera bû, romorka traktorekê qelibî.

Li Rûsyayê bahoz
© Sputnik / Igor Ageyenko
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li gundê Dêşî yê girêdayî navçeya Dêrikê şeva duh di saet 22.30yî de piştî baran û bahozê, bablîsok rabû û dîwarê gelek xanî û bexçeyan xera bû, gelek dar ji kokên xwe hilkişiyan û romorka traktorekê ya bi qasî 3 tonan qelibî.

Hat diyar kirin ku li wî gundî ji ber bablîsokê zêdetirî 20 xaniyan rastî zirarê hatin, dîwarê bi dehan xanî û bexçeyan qelibî û gelek dîrekên elektrîkê ji cihê xwe derketin.

Bablîsok ji ber ku tenê ji aliyekî ve rabû, hinek xanî rastî zirarê nehatin. Hat gotin ku li wê herêmê heta niha tu caran bablîsokeke wisa ranebûye.

Bi heman mijarî:

Li Dêrik û Erdîşê 5 kes hatin binçavkirin
Li Dêrik û Stenbolê 14 kes hatin binçavkirin
Qedexeyên li Dêrik û Nisêbînê berdewam dikin
Li Dêrik û Sûrê 2 welatî bi guleyan hatin birîndarkirin
Etîketan:
bablîsok, Gundê Dêşî, Dêrik, Mêrdîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de