02:46 18 Çile 2018
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Em ji rewşa Helebê bitirs in û divê Esad biçe

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu îro li Beyrûta paytexta Libnanê axivî û diyar kir ku rewşa Helebê cihê nîgeraniyê ye û got, divê Esad dev ji desthilatdariyê berde.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Libnanê ji terefê Serokwezîr Temmam Selam ve hat pêşwazîkirin.

    Piştî hevdîtina Çavuşoglu û Cibran Basil, herdûyan civîneke çapemeniyê li dar xist. Çavuşoglu wiha axivî: Rewşa Helebê cihê Nîgeraniyê ye. Em dixwazin agirbest dest pê bike û pêvajoya siyasî di navbera dijberî û hikûmetê de dest pê bike ku ev pêvajo bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî pêk were.

    Herwiha wezîrê tirk daxwaza "stratejiyeke xurttir ji bo têkoşîna li dijî rêxistinên terorê kir.

    Ji aliyê din ve, Çavuşoglu derbarê Esad de wiha got: "Ti kes înakr nake ku Esad berpirsyar e ji mirina bi hezaran qurbanan li Sûriyeyê û ew nikare li ser desthilatê bimîne."

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Kesên dixwazin Esad bixin, gotûbêjên Sûriyeyê asteng dikin
    "Dibe Rûsya navbeynkariyê di navbera Esad û Erdogan de bike"
    Erdogan di meseleya Esad de gav bi paş de avêt
    Kremlîn: Erdogan ji bo gotinên xwe yên derbarê Esad de daxuyanî da Pûtîn
    Kiliçdaroglu ji Erdogan re: Esad ne li Babê lê li Şamê ye
    Îran: Hêza Erdogan têra hilweşandina hikûmeta Esad nake
    Etîketan:
    Beşar Esad, Temmam Selam, Mevlut Çavuşoglu, Cibran Basil, Tirkiye, Sûriye, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de