09:12 26 Gulan 2018
Ekrana sînemayê - sînema

Ji bo sînemaya şewitî, yekem sînema hat vekirin

© AFP 2018 / MOHAMMED ABED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Tevgera Çand û Hunerê ji bo bibîranîna qurbaniyên komkujiya Sînemaya Amûdê, Sînameyek bi navê ′Sînameya 13 Amûdê” vekir.

Navenda Çand û Hunera Demokaratîk a Hûrî ya bajarê Amûdê ji bo bibîranîna şehîdên komkujiya Sînemaya Amûdê ku di 13ê Mijdara sala 1960î de şewitibû, sînemaya bi navê ′Sînemaya 13 Amûdê′ vekir.

Sibe saet 17.00an, li sînemayê yekem flîmê bi navê ′Meş′ ya derhêner Şiyar Ebdê, were pêşkêşkirin.

Şewata Sînemeya Amûdê?

Di 13.11.1960î de, bi sedan zarokên kurd bi hinceta temaşekirina fîlma (tawanek di nîvê şevê de) ku ji bo berhevkirina alîkariya ji bo şoreşa Cezayîrê hatibû, di sînemaya Amûdê de hatin komkirin û pişt re agir bi sînemayê ket û bi sedan zarokên kurd şewitîn û birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

Birêveberiya Xweser zarokistanek li Amûdê vekir
Asayîşa Rojavayê, Radyoya Amûdê girt
Li Amûdê teqîn
Li Amûdê Asayîşê endamekî PDK-Syê desteser kir
Nivîsgeha PDK-Sê li Amûdê hat talankirin
Beşek ji xelkê Qamişloyê diçe Amûdê
Etîketan:
Sînemaya Amûdê, Şiyar Ebdê, Amûdê, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de