01:49 21 Çile 2018
Zindî
    Darvekirin - Îdam

    Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê: Îran meha Mijdarê 13 kurd bi dar vekirin

    © Flickr/ Jaime Pérez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê raporek derbarê bidarvekirin û îşkenceyên Îranê ya di meha Mijdarê weşand ku tê de tê gotin ku Îranê meha borî 13 kurd bi dar vekirine. Herwiha rewşa girtiyên siyasî yên kurd jî gelekî xirab û rê li ber dermankirina wan tê girtin.

    Navenda nûçeyan - Di dewamiya raporê de hate ragihandin ku 13 girtiyên kurd li bajarê Mahabat, Ûrmiye û Qezwîn bi sedemên cûda cûda hatine bidarvekirin. Herwiha cezayê darvekirinê dane zarokekê jî.
    Di dewamiya raporê de behsa girtiyên nexweş jî tê kirin û tê gotin ku destura dermankirina girtiyê siyasî yê kurd Murad Îhsanî nehatiye dayîn lewma jî lingekî wî hatiye birin.

    RÊ LI BER DERMANKIRINA GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ GIRTIN

    Herwiha girtiyê siyasî yên kurd Lawên Kerîmî di girtîgeha Mahabatê de nexweşê tansiyona bilind e û destura wî nayê dayîn ku ew li nexweşxaneyek li derve bê dermankirin.

    Di raporê de li ser girtiyên siyasî jî wiha tê amajekirin: ‘Ti agahî ji rewşa girtiyê siyasî yê kurd Seywan Rehmî nîne. Herwiha li Saqizê 18 meh cezayê girtîgehê li Sîrwan Elîzade yê temen 28 salî hatiye birîn. Herwiha 4 sal û 4 meh li Îqbal Zare jî hatiye birîn. Derhênerê kurd Keywan Kerîmî jî hatiye girtin. Ji bo girtina salek cezayê girtîgehê û 223 qemciyan şandine girtîgeha Ewîn.'

    Herwiha 20 sal ceza dane Ferzad Şahî yê temen 37 salî yê ji Hêrsîn a parêzgeha Kirmanşanê. Li Kamyaran jî 5 welatiyên Kurd hatine girtin û niha nediyar e ku ew li ku ne. Ji aliyê din ve di meha derbasbûyî de hêzên ewlehiyê li bajarê Bokan li ser malan de girtine. Di serdegirtinê de Mistefa û Diyako Şêxî girtine.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê balafir ket: Pîlot mir
    Îranê girtiyê kurd radestî Sûriyê kir
    Îranê ji bo baregeha Hemedanê şertê xwe aşkere kir
    Çavuşoglu bi Serokomarê Îranê Rûhanî re hevdîtin kir
    Li Îranê du trên li hev qelibîn: 36 kuştî û 95 birîndar
    "Artêşa Îranê, daristanên çiyayê Şaho dişewitîne
    Etîketan:
    girtiyên kurd, zordarî, girtiyên siyasî, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de