23:37 21 Gulan 2018
    Sebahat Tuncel

    Ji bo Sebahat Tuncel 150 sal cezaya girtîgehê hat xwestin

    © Foto : Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di derbarê Hevseroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel de ji aliyê 8emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê' û ‘propagandakirina rêxistinê' doz hat vekirin û ji bo wê heya 150 salan cezaya girtîgehê hat xwestin.

    Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derbarê Hevseroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel de, ku ji 5ê Mijdarê û vir ve di Girtîgeha Silîviryê de tê girtin, dabû destpêkirin, hat temam kirin.

    Li gorî îdianameya dozê ji bo Tuncel bi bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê' û ‘propagandakirina rêxistinê' heya 150 salan cezaya girtîgehê hat xwestin.

    Îdianame ji aliyê 8emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûl kirin.

    Bi heman mijarî:

    Daxwaza serbestberdana Sebahat Tuncel nehat qebûlkirin
    Hevseroka DBPê Tuncel şandin Girtîgeha Silivriyê
    Tuncel: Têkoşîna Kurdistanê hişt ku Tirkiye ji derveyî pêvajoyê bimîne
    Sebahat Tuncel: Wê şarêdarên me li avahiyên DBPê karê xwe bimeşînin
    Etîketan:
    ceza hat xwestin, Girtîgeha Silivriyê, 8emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, Hevseroka Giştî ya DBPê, Sebahat Tuncel, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de