23:30 22 Nîsan 2018
    Pirtûkên kurdî

    Helbestên Kurdî yên Fuzûlî hatin dîtin

    © Foto: fb
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Derket holê ku helbestvanê navdar Fuzûlî li gel Tirkî û Farisî, bi Kurdî jî helbest nivisîne. Ew helbestên Kurdî yên Fuzûlî jî li Îranê, di destxetên wî yên mesnewiya Leyla û Mecnûnê de hatin dîtin.

    Akademîsyen Selim Temo li ser malpera Duvarê îro nivîseke bi sernavê ‘Fuzûlî'nin Kürtçe Şiirleri' (Helbestên Kurdî yên Fuzûlî) nivisî û di nivîsa xwe de behsa helbestên Kurdî yên Fuzûlî kir.

    Temo dide zanîn ku wî ew helbestên Kurdî yên Fuzûlî li Îranê di pirtûka (Hezâr ve Yek Şeb, Kurmancî, Xorâsân, Felsefe-i Şi'r ve Musîqî-i Kurmancî) dîroknasê Kurd ê bi navê Kelîmullah Tewahodî Kanîmal de dîtiye û dibêje, "Kanîmal diyar dike ku Fuzûlî jî wek Ehmedê Xanî û helbestvanê Xorasanî yê mezin Cafer Qulî Zengelî bi çar zimanan helbest nivisîne. Li gorî wî helbestên Kurdî yên Fuzûlî hatine wenda kirin."

    Selim Temo li gorî agahiyên Kanîmal radigihîne ku ew destxeta Fuzûlî ji 489 beytan pêk tê û ji wan 320 bi Tirkî ne, 162 beyt jî bi Kurdî ne û dest nîşan dike ku di nava 160 beytên pêşîn de 149 beyt bi Kurdî ne, tenê 11 beyt bi Tirkî ne.

    Nivîsa li binê wêne: Nusxeya xeta Leyla û Mecnûn a Kurdî û Tirkî ya Muhammed Fuzûlî. Ji Rûstayê Elîabad Bocnûrd.
    © Foto : Ji Arşîva Selîm Temo
    Nivîsa li binê wêne: Nusxeya xeta Leyla û Mecnûn a Kurdî û Tirkî ya Muhammed Fuzûlî. Ji Rûstayê Elîabad Bocnûrd.

    Akademîsyenê Kurd di derbarê zaravaya helbestên Fuzûlî de jî derdibire ku Fuzûlî ew helbestên xwe bi devoka Behdînî ya zaravaya Kurmancî nivisiye.

    Hêjayê gotinê ye ev demek e Kurdbûna Fuzûlî û hebûna helbestên Kurdî yên Fuzûlî di nava dîroknas û wêjevanan de tê nîqaş kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Zanîngeha Sineyê pirtûka dîroka wêjeya Kurdî hat weşandin
    Nivîskar Mehmed Uzun li ser gora xwe hate bibîranîn
    Nivîskar "Rojên Berxwedanê" derbasî cîhana edebiyatê dikin
    Etîketan:
    helbestên kurdî, Muhammed Fuzûlî, Ehmedê Xanî, Kelîmullah Tewahodî Kanîmal, Selim Temo, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de