12:35 24 Çile 2018
Zindî
    Leşkerekî Artêşa Sûriyeyê

    Piştî serkeftina Artêşa Sûriyeyê li Helebê, milîtan li tevahiya Sûriyeyê çekên xwe datînin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda Çavdêriya Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê ragihand ku piştî serkeftinên Artêşa Sûriyeyê li Helebê bi dest xist, milîtanên li deverên din ê wî welatî dest pê kir ku çekên xwe deynin. Li gel vê jî hêzên artêşa navçeya Xan El-Şêx û 13 gundên Şamê bi temamî kontrol kirin.

    Li gorî daxuyaniya Navenda Çavdêriya Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê, Artêşa Sûriyeyê navçeya Xan El-Şêx ya 15 kîlometreyan dûrî Şamê û 13 gundên wê kontrol kirine û li gel wê jî, nêzîkî 2 hezar milîtanî çekên xwe danîne û qebûl kiriye ku vegerin Idlibê ba malbatên xwe.

    "3.010 MILÎTAN HATINE TEXLIYEKIRIN"

    Ji aliyê din ve, daxuyanî diyar dike ku ev dever ji sala 2012an de di bin kontrola Fetih El-Şam(berî ji El-Qaîdeyê veqete, wek El-Nusra dihat nasîn), Ehrar El-Şam û Seyf El-Şamê de bû û wiha dewam dike: "Xan El-Şêx meha Ctomehê ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve hat kontrolkirin. Piştî muzakereyên dirêj, milîtanan qebûl kir ku çekên xwe deynin û bi malbatên xwe re vegerin Idlibê. 28ê Cotmehê — 1ê Berfanberê 1.846 milîtan  û 1.164 endamên malbatê ku bi giştî dibe 3.010 kes hatiye texliyekirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
    Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
    “Heleb ji Sûriyeyê re, termê projeya kurdan ji Tirkiyeyê re”
    Ihlam Ehmed: ‘Armanca Tirkiyê Heleb e'
    SOHR: "Li Heleb û Gûtayê herî kêm 80 kes hatin kuştin"
    HELEB - 24 saet 12 kuştî
    Etîketan:
    Ehrar El-Şam, Fetih El-Şam, El-Nusra, Xan El-Şêx, Şam, Idlib, Heleb, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de