02:44 18 Çile 2018
Zindî
    heleb-zarok-şer-penaber

    Kongreya Star bo koçberên helebî banga alîkariyê li civaka navnetewî kir

    © Foto: Pierre Le Corf « We are superheroes »
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kongra Star bo koçberêberên Helebê ku bêhtirê wan li taxa Şêxmeqsûdê bicih bûne, banga alîkariya lezgîn li civaka navneteweyî kir da ku pêşî li mirinên ji ber birçîbûnê bigrin.

    Navenda nûçeyan —  Navenda Têkiliyên Diplomatîk a Kongreya Star derbarê koçberên helebî yên ku bêhtirê wan xwe spartiye taxa kurdan Şêxmeqsûdê banga alîkariya lezgîn li civaka navneteweyî kir.
    Kongre Star di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku bi he hezaran sivîl ji ber şerê li Helebê direvin û xwe dispêrin cihên bi ewle ku piraniya wan xwe gihandin taxa Şêxmeqsûd.

    Di dewamiya daxuyaniyê de behsa kêmbûn madeyên xwarinê, derman û konan hate kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê yên cîhanê kirin ku yekser alîkariya mirovî bigihînin koçberên taxên rojhilatê Helebê.

    Di dawiya daxuyaniyê de behsa giringiya alîkariyê hate kirin û hate gotin bi saya alîkarî wê rê li ber mirinên ji ber birçîbûna bigre û wiha hate gotin: ‘Dibe ku em nikaribin şer di demeke nêz  de ranewstînin, lê em dikarin mirina ji ber birçîbûnê rawestînin.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Sivîlên li rojhilatê Helebê bi alîkariya Rûsyayê vekişiyan"
    Pûtîn û Erdogan li ser gihandina alîkariyên Helebê peyivîn
    Wezîrê rûs: Em hêvî dikin ku heta dawiya salê li Helebê bigihêjin encamekê
    Rudskoy: Zêdetirî 600 milîtan ji rojhilatê Helebê veqetiyan
    Artêşa Sûriyeyê taxa Şêx Seîd ya Helebê kontrol kir
    Etîketan:
    banga alîkariyê, kongre star, şerê sûriyeyê, heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de