08:46 24 Çile 2018
Zindî
    Lezgîn Kitêbçiyan - Sehafê seyarê

    ''Havînê helbest û çîrok tên firotan, zivistanê roman.''

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Omer Faruk Baran
    0 50

    Li sehafekî bifikirin ku ev pênc sal in, kitêban difiroşe lê hîn jî bê dikan e, li sehafekî bifikirin ku li ser Facebookê mezad û bazara xwe dike, li sehafekî bifikirin ku zivistanê romanan, havînê helbestan û çîrokan pir difiroşe. Sputnik Kurdistanê pirsî û sehafê seyar Lezgîn Kitêbçiyan bersivand.

    Lezgîn Kitêbçiyan… Ne navê te lê paşnavê te, ez bawer im bala gelek kesî dikşîne. Em ji paşnavê te dest pê bikin. Çi ye çîroka vê paşnavê?

    Paşnavê min ê fermî Akan e. Kêfa min jê re nayê. Bi tirkî wateya wê li ser ‘'herikîn''ê ye. Ez ê biherkim kû? Hevalekî min li ser Twitterê hebû, paşnavê wî Kitapçiyan bû. Gava min dît min got ew tam li gorî min e. Tenê tîp diguherin, kitêb bi kurdî, tirkî û erebî tim kitêb e. Min jî ew paşnav li gorî kurmancî kir Kitêbçiyan. Akan hat jibîrkirin, êdî gelek kes min bi navê Lezgîn Kitêbçiyan nas dikin.

    Ev çend sal in, tu kitêban difiroşî lê hê jî dikaneke te tine. Çi wextê dest pê kir, ew sehafiya te ya seyar?

    Dema ez xwendekarê lîseyê bûm û li zanîngehê jî di sala min a yekem de min gelek kitêb top kirin. Paşê min dît ku kitêb her roj zêdetir dibin û gerek ez êdî ji destê xwe derxim. Di sala min a duyem de, me li zanîngehê kulubek damezirandibû û me sê çar caran ji Stenbolê gelek kitêb ji Elezîzê re Amedê re û ji Rihayê re şandin. Min got ez viya ji xwe re bikim kar. Li ser Facebookê hevalên min kitêb xwestin ji min. Pêşî min firot wan. Tamara etariyê di min de heye, bavê min jî etar bû.

    Haaa.. Tu li ber destê bavê xwe hînî kirîn-firotanê bûyî yanî?

    Çîrokeke dirêj e lê ez dizanim ev çanda min a kirîn-firotanê ji wir hatiye. Ez biçûk bûm, em li hemû gundên Mîdyadê digeriyan. Me sol, fêkî filan bêvan difirotin û me ji destê wan jî hêk û penîr û mast, tiştên wilo dikirîn.

    7 HEZAR KITÊBÊN MIN HENE

    Çiqas kitêbên te hene niha?

    Ev pênc sal in, ez vî karî dikim. Niha nêzî 7 hezar kitêb hene li mala min. Min li gorî weşanxaneyan, nivîskran, nûbûn û kevnbûna wan hemû kategorîze kirine. Kî ji min çi dixwaze ez hema dibînim û dişînim jê re.

    Pirtûk - Kitêb
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Pirtûk - Kitêb

    Yek jî tu kitêban derdixînî mezadê. Di mezadan de behsa çîrokan çapbûna kitêban, jiyana nivîskaran dikî di ber re. Bi vî şiklî firotan hêsantir dibe?

    Li Uskudarê hevalên min ciyek vekiribû. Cara yekê min di 2013an de li wir kitêb derxistin mezadê. Gelek mixazeyên ku kitêban difiroşin hene lê xwendevan dixwazin bêhtir ji mezadan kitêban bikirin. Gava tu behsa jiyana nivîskaran, naveroka kitêbê dikî û piçekî jî magazînê dixî navê, ew bala xwendevanan dikşîne. Wê çaxê kitêb bêhtir tên firotan.

    Mişteriyên te yên tên ji mezadê kitêban ji te dikirin temam. Derdora te ya li Stenbolê jî temam. Lê tu çawa ji ser Facebookê kitêban difiroşî û dişînî Mûşê, Agiriyê, Hewlêrê, Qersê û filanderê?

    Di sala 2012yan de hevalekî min li ser Facebookê ji min re got, em 10-15 xwendevan dixwazin kitêban bikirin lê li Konyayê kitêbên em dixwazin tune ne û yên hene jî biha ne. Min ji wan re lîste çêkir û 300 kitêb şandin ji wan re di derbekê de. Wan xwendevanan 250 kitêb kirrîn. Berî wê min tenê li Stenbolê difirot derdora xwe, ew bû destpêka firotana min a ji derve re. Yek caran ez kitêban dişînim paşê pere tên, yek caran ew pereyan dişinin, ez paşê kitêban dişînim. Heta niha kesî ez nexapandime. Ew jî tiştekî baş e ku derdora min a Facebookê jî derdoreke durist e. Ha tiştekî din, gava bi ji 50 lîrayî zêdetir kitêban dikirin, heqê kargoyê ez ji kîsî xwe didim.

    "VÎ KARÎ HÎN BÊTIR KÊFA MIN JI XWENDINÊ RE ANÎ"

    Hin nivîskarên giregir jî sehafî kiriye, yek ji wan Geoge Orwell e. Bes li gorî wî gava meriv bazirganiya kitêban dike, tehma xwendina kitêban namîne. Tu jî wer difikirî?

    Li derdora min kesên ku kitêban difiroşin zehf in, nêzî 15-20 heban ez nas dikim. Ji wan ez dikarim bêjim ji 10an zêdetir kes wekî ku solan bifiroşin kitêban difiroşin. Lê ez li ser xwe bibêjim, ez çi qasî vî karî bikim jî ez xwe tenê wek bazirganekî nabînim di vî karî de. Ez parêzvanê van kitêban im. Gava xwendevanên baş wan ji min dikirin, ez pir kêfxweş dibim. Belkî ev gotina George Orwelle ji bo hinan rast be, lê kêfa min hîn jî ji xwendinê re tê.

    "KITÊB ÊDÎ NE TENÊ KITÊB IN…"

    Ji xwendevanên pir dixwîne bigire heya nivîskarên pir dinivsînin em hemû her roj bi saetan li ser Facebook, Twitter û Instagramê ne. Tu jî carna dibêjî ‘'Ê law ewqas kitêb çi wext tên nivîsandin û çi wext tên xwendin?''

    Meriv piştî demekê ji Facebook, Twitter û Instagramê têr dibe û dîsa vedigera sîstema xwe ya berê. Dîsa li ser xwe bêjim, yek caran dixwazim qet nekevim Facebook, Twitter û Instagramê û tenê bixwînim. Dikim û dixwînim jî. Çinku kitêb êdî ne tenê kitêb in, fîlm û muzik in hem.

    Dibêjin hin kitêb bi şev tên xwendin hin kitêb bi roj. Li gorî kîjan mehê, demsalê xwendevan ji te çi dikirin?

    Di rojên havîn û biharan mirov bi kelecan e, wê demê tiştên kurt bêhtir tên xwendin. Ez bala xwe didimê, helbest û çîrok wan çaxan tên firotan. Gava zivistan tê jî şev dirêj dibin, di rojên zivistanê de jî roman baştir tên xwendin. Yanî eşkere dibînim, mişteriyên min di bihar û havînan de kitêbên helbest û çîrokan dikirin, di zivistanan de jî roman.

     

    Bi heman mijarî:

    Fuara pirtûkan û weşanxaneyên kurdî
    Pêşangeha Pirtûkan li Stenbolê vebû
    Pirtûkan şûna nargîleyê li kafeyên Bexdayê girt
    Yekîtiya weşangerên Tirkiyê: Bila careke din şerma şewitandina pirtûkan neyê jiyîn
    Pêşangeha pirtûkan a Amedê dest pê kir
    Mala dayika min mala pirtûkan e...
    Etîketan:
    sehaf, kitêb, pirtûk, Lezgîn Kitêbçiyan, Midyad, Elezîz, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de