09:18 22 Gulan 2018
    Kolberên kurd

    Îranê kolberek bi giranî birîndar kir

    © Foto : Basnews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat zanîn ku polêsên Îranê li herêma Serdeşt ya ku di nava sînorê Parêzgeha Kurdistan a Îranê de ye kolberek birîndar kirin. Herwiha tê gotin ku li heman herêmê cenazeyê kolberekî jî hatiye dîtin.

    Navenda nûçeyan -  Li gorî raporta Rêxistina Çalakvanên Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê, polêsên Îranê duh li herêma Serdeşt êrişî kolberên kurd kirin û di encamê de kolberê bi navê Rêbaz Qedîrî yê 22 salî giran birîndar kirin.
    Hat ragihandin ku Qedîriyê giran birîndar bû, bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Serdeşt û dermankirina wî hêj didome.

    Di raportê de tê eşkerekirin ku li heman herêmê li derdora Çemê Zapê cenazeyê kolberekî jî hatiye dîtin ku cenaze ayîdî Îbrahîm Nebî Zade (21) ye.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera pasdarên Îranê û Pêşmergeyên PDKIyê de şer
    YRK: 26 pasdarên rejîma Îranê hatin kuştin
    Li Îranê di navbera hêzen kurdan û pasdarên de şer: Birîndar hene!
    Li Sûriyeyê 12 pasdarên Îranê hatin kuştin
    Pêşmergeyên PDK-Îyê êrîş birin ser pasdarên Îranê
    13 pasdarên Îranê li Sûriyeyê hatine kuştin
    Etîketan:
    pasdarên îranê, kolberên kurd, qaçaxî, zilm, serdeşt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de