02:54 19 Çile 2018
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu ji terefê Serokwezîrê Libnanê ve hat pêşwazîkirin

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Libnanê ji terefê Serokwezîr Temmam Selam ve hat pêşwazîkirin.

    Serokwezîrê Libnanê Temmam Selam Çavuşoglu û heyeta pê re li qesra xwe ya li Bêrûdê qebûl kir.

    Li gorî çavkaniyên ku ji Wezareta Derve hatine wergirtin, hevdîtina Çavuşoglu Selam nîv seetê domand û têkiliyên dualî û mijarên herêmî nirxandin.

    NIMÊJA ÎNÊ BI HEV RE KIRIN

    Selam û Çavuşoglu piştî hevdîtinê ji bo nimêja înê derbasî camiyeke ku nêzî qesra serokwezîrtiyê bûn.

    Wezîr Çavuşoglu ji bo xebatên karên serdanê şevê din çûbû Libnanê lê îro dest bi hevdîtinên xwe kir û pêşî ji terefê Serokomarê Mîşel Aun ve hat pêşwazîkirin.

    Çavuşoglu ji xeyrî hevdîtina serokomar wê bi Serokê Parlamentoyê Nebih Berri, Wezîrê Derve Cibran Basil û Serokê Tevgera Mûsteqbel Saad Hariri ku ji bo avakirina hikûmetê hatiye wezîfedarkirin dê hevdîtinê pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: "Yildirim, li Moskovayê wê bi Pûtîn û Medvedev re hevdîtinê bike"
    Lavrov ji bo daxwaza rakirina vîzeyan bersiv da Çavuşoglu
    Lavrov û Çavuşoglu civîna çapemeniyê ya hevpar lidarxist
    Çavuşoglu û Lavrov li Alanyayê hatin ba hev
    Çavuşoglu: Divê em dest jê berdin ku bi Rûsyayê re krîzê biaxivin
    Etîketan:
    Çavuşoglu serdana Libnanê kir, Wezîrê Derve yê Tirkiyeye, Cibran Basil, Mîşel Aun, Temmam Selam, Mevlut Çavuşoglu, Bêrûd, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de