08:55 26 Gulan 2018
Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

Şerê li Mûsilê gihîşt rojhilatê Çemê Dîcleyê

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îro danê sibehê li hinek taxên rojhilatê Mûsilê, di navbera Artêşa Iraqê û milîtanên DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Balafirên hevpeymanan jî li derdora bajêr kozikên DAIŞê bombebaran dike.

Li gorî agahiyên Rûdawê îro danê sibehê di saet 07.00a de di navbera Artêşa Iraqê û milîtanên DAIŞê de şer û pevçûn despê kir û hat diyar kirin ku Firqeya Zêrîn ber bi rojhilatê Çemê Dîcleyê pêşve diçe.

Her wiha hat ragihandin ku Artêşa Iraqê ji sedî 25ê bajarê Mûsilê kontrol kiriye û Hêzên Dijterorê yên Iraqê ber bi taxa Zuxûrê ve diçin û hewl didin ku xwe bigihînin pirên nava Mûsilê.

Her wiha balafirên hevpeymana navdewletî jî bi bombebaranan piştgiriyê dide Artêşa Iraqê û du piren li nava Mûsilê teqandine û çûn û hatina navbera herdu aliyên Mûsilê birîne.

Fermandarên Firqeya Zêrîn jî diyar kirin ku milîtanên DAIŞê ji bo êrîşên xwekujiyê gelek otomobîlên bombebarkirî amade kirine.

 

Etîketan:
gihîşt, şer, DAIŞ, Artêşa Iraqê, Rûdaw, Çemê Dicleyê, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de