20:35 26 Gulan 2018
Cihê bûyerê - Polês - polîs

Li Dîlokê 3 êrîşên çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

© REUTERS / Osman Orsal
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Dîlokê di nava 2 saetan li hemberî 3 navnîşanan êrîşên çekdarî pêk hatin. Di wan êrîşên ku heman çek hat bikaranîn de kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.

Îro di derdora saet 05.00ê sibehê de li navçeya Şehitkamil a Dîlokê hinek kesên nasnameyên wan nediyar, li ser rê gava ku wesayit di çira sor de rawestiyabûn bi çekan êrîşê kesê bi navê Naci İslam (54) kir û wesayita wî dizîn. Piştî bûyerê Nacî Îslam ê birîndar rakirin nexweşxaneyê, kesên dizek jî wenda bûn.

Hay diyar kirin ku heman kesan di derdora saet 06.00a de çûn Sîteya Pîşesazî ya GATEMê û li wir êrîşê kesekî bi navê Arap Ozkoyuncu kirin. Ozkoyuncu yê ku bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şehitkamilê jiyana xwe ji dest da û cenazeye wî şandin Tiba Edlî ya Dîlokê.

Li gorî îdiayan ev kesên êrîşkar bi heman wesayitê îcar di derdora saet 07.00a de li navçeya Şahinbeyê li Taxa Kavaklikê li ser rê êrîşê kesekî navê wî nehat zanîn kirin. Di encama vê êrîşê de jî ew kes bi giranî birîndra bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya 25ê Kanûnê.

Piştî bûyeran polîs ji bo girtina wan êrîşkaran dest bi operasyonê kirin.

Etîketan:
Nexweşxaneya Dewletê ya 25ê Kanûnê, Tiba Edlî ya Dîlokê, Arap Ozkoyuncu, Şehitkamil, Şahinbey, Dîlok
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de