07:20 24 Gulan 2018
    KCK

    KCK: Em serkeftina Trump pîroz dikin

    © Foto: Sosyalist Forum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Hevserokê Desteya Rêveberiya KCKê Cemil Bayik derbarê geşedanên dawî de hin daxuyanî da û got: ‘Divê gelê kurd êdî bi dewleta tirkan re ne jîn û hemû têkiliyên xwe yên bi sîstemê re qût bikin.'Hewriha Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump jî pîroz kir.

    Cemil Bayik
    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Navenda nûçeyan - Bayik derbarê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, geşedanên siyasî yên li parlementoya Tirkiyeyê û encamên hilbijartina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de axivî.

    ‘TAHÎR ELÇÎ BO RASTÎ DERNEKEVIN HOLÊ BI AWAYEKÎ PLANKIRÎ HATE QETILKIRIN'

    Bayik kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ya di 28 Cotmeha sala 2015an de wekî destpêka êrişên ku heta niha didomin şirove kir û wiha got: ‘Tahîr Elçî bo ku rastî dernekevin holê bi awayekî plankirî hate qetilkirin. Bi vê yekê xwestin dengên hemû baroyên hiqûqê qut bikin.'  

    ‘DIBE KU TIRKIYE BI OSMANIYAN RE HEMAN PIRSGIRÊKAN BIJÎ'

    Bayik derbarê rewşa dawî ya siyasî û aborî ya Tirkiyeyê de jî axivî û diyar kir ku AKP dixwaze xwe bihêz nişan bide lê rastî ne ev e. Bi MHPê re li Tirkiyeyê faşîzmê pêş ve dibe û dê ev bibe sedema pirsgirêkên gelek kûr.

    Bayik amaje kir ku di nava AKPê de gelek nakokî derketin holê ku ev siyaset wê Tirkiyeyê serkeftî neke û dawiya AKPê jî wê bibe ya Dewleta Osmaniyan.

    ‘EM SERKEFTINA TRUPM PÎROZ DIKIN'

    Bayik behsa encamên hilbijartinên DYAyê jî kir û got ew Trump û gelê Amerîkayê pîroz dikin. Herwiha hêviya polîtîkyaên bihêz yên bo mirovahiyê kir û wiha pê de çû: ‘Îro li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye û gelek guherîn tê çêkirin û hevkêşeyên nû derdikevin holê. Amerîka jî li vir e. Herwiha Rûsya û gelek welatên din jî. Hemû siyasetên derbarê Rojhilata Navîn  têsîrê li kurdan û PKKê dikin.'

    ‘DIVÊ GELÊ KURD ÊDÎ BI DEWLETA TIRK RE NEJÎ'

    Bayik di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir û got divê êdî gel bi dewletê re nejî û  hemû rehên xwe yên bi sîstemê re jî qût bike. Bi vê yeke wê sîstem di cih de hilweş e û di encamê de gelê Tirkiyeyê bigihêjî aramiyê.

    Bi heman mijarî:

    KCK: Dewleta tirk dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike
    KCK:Beriya niha biryara girtinê hatibû standin
    KCK: ‘AKP li paytexta Kurdistanê êrîşî vîna kurd dike'
    KCK: 'Tirkiye û DAIŞ dijminên Rojava ne'
    KCK: Ji bo dagirkirina Cerablusê qetlîama Dîlokê hate kirin
    KCK: Heke ku dewleta tirk gavê bavêje di yek mehê de pirsgirêk çareser dibin
    Etîketan:
    Trump, kck, dewleta tirk, gelê kurd, pîrozbahî, cemîl bayik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de