13:07 24 Gulan 2018
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    20 parlamenterên AKPê li dijî pergala serokatiyê ne

    © REUTERS / Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê rojnameya Yeniçagê Yavuz Selim Demirag bertek nîşanî lihevkirina Serokwezîr Binali Yildirim û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli da û got: "Herkes dizane ji MHPê nêvî zêdetir kes dengê erê nadin."

    Nivîskarê rojnameya Yeniçagê Yavuz Selim Demirag bertek nîşanî lihevkirina Serokwezîr Binali Yildirim û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli da û got: "Herkes dizane ji MHPê nêvî zêdetir kes dengê erê nadin û di nava AKPê de jî derdora 15-20 kesî hene, heke dengdayîn ne bi eşkere bi dizî be dê helwesta xwe nîşan bidin."

    Yavuz Selim Demirag di gotara xwe de got: "Di dema çûnûhatina civînên çapemeniyê de Bahçeli 3 gavan li pey Yildirim e û wekî yawerê wî ye… Te çi da û te çi stansiye? Li gorî nêrîna min parlamento nagihîje 330 dengî. Di arîtmetîka meclisê de îhtîmaleke din heye, dibe wekîlên serokên grûban piştî dengdayînê veşartî pusulayên mayîn ji parlamenteran bixwazin. Lê gelek wezîr û parlamenterên ku li hemberî vê helwesta nerûmtane derkevin hene."

    Demirag di dirêjiya gotara xwe de got: "Di nava MHPê de tevlî Umit Ozdagê ku hat îxraçkirin 40 parlamenter hene û ji nêviyê wan zêdetir wê dengê na bidin û herkes vê dizane. Başe Serokomar Recep Tayyip Erdoganê ku pişta xwe bi Bahçeli ve girêda û di meclise negihîje denge 330 wê çi bike, herkes qahra wî dizane…"

    Bi heman mijarî:

    CHP, li hemberî pergala serokatiyê dadikeve meydanan
    Mûxalifên MHPeyî wê ji pergala serokatiyê re bêjin ‘na'
    Yildirim: Îstiqrara Tirkiyeyê girêdayî pergala serokatiyê ye
    Yildirim: "Em ê pêşniyara xwe ya pergala serokatiyê pêşkêşî parlamentoyê bikin"
    Çûna Erdogan ya Latîn Amerîkayê ji bo pergala serokatiyê ye
    Etîketan:
    Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê MHPê, Binali Yildirim, Devlet Bahçeli, Umit Ozdag, Yavuz Selim Demirag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de