07:18 24 Gulan 2018
    Îran - Alaya Îranê

    Li Îranê balafir ket: Pîlot mir

    © AFP 2018 / ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Balafireke Artêşa Pasdaran a Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûcîstanê ket xwarê û di encamê de pîlotê balafirê jiyana xwe ji dest da.

    Çapemeniya Îranê ragihand ku duh, roja 1ê Kanûnê balafireke perwerdehî û rahênanê ya Balfirxaneya Serawanê ya girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûcîstanê ketiye xwarê.

    Hat diyar kirin ku di encama ketina balafirê de pîlotê balafirê yê bi navê Ahmed Mesaebî yê ku fermandarekî wê hêzê bû, jiyana xwe ji dest daye.

    Artêşa Îranê di derbarê bûyerê de daxuyand ku ew balafir dema ku diçû operasyoneke lêgerînê rastî bûyerekê hatiye û di encamê de ketiye. Artêşê da zanîn ku lêkolîna di derbarê bûyerê bi awayekî berfireh berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê du trên li hev qelibîn: 36 kuştî û 95 birîndar
    Îranê ji bo baregeha Hemedanê şertê xwe aşkere kir
    Li Îranê qeza: 20 mirî, 20 jî birîndar
    Etîketan:
    pîlot, balafir ket xwarê, Artêşa Îranê, Ahmed Mesaebî, parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de