23:36 21 Gulan 2018
    Pûtîn û Erdogan

    Erdogan: "Pûtîn got tu eleqeya me bi êrişê re tuneye"

    © Sputnik/ SERGEY GUNEEV
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku Birêz Pûtîn got tu eleqeya me bi êrişa ser kuştina leşkerên Tirkiyeyê ve tuneye.

    Li gorî nûçeya Yucel Kayaogluyê rojnameya Turkiyeyê, Serokomar Erdogan duhî sibehê bi hinek endamên AKPê yên komîsyonên îhtîsasê yên parlamentoyê re di taştê de hevdîtinek pêk anî.

    Erdogan parlamenterên AKPê li Qesra Serokomariyê ezibandin û derbarê rojevê de nirxandinên girîng kirin.

    KÎ ÊRIŞA NEXWEŞXANE Û DIBISTANÊN HELEBÊ DIKE

    Erdogan di civînê de got: "Di nava vê hefteyê de min 3 caran bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bi rêya telefonê hevdîtin pêk anî. Birêz Pûtîn ji bo mijara êrişa leşkerên tirk got tu eleqeya me bi vê tuneye. Jixwe rejima Sûriyeyê jî ev êriş qebûl kir. Me di axaftinê de xebatên herdu welatan ji bo alîkariya însanî ya sûriyan nirxand. Min êrişa ser nexweşxane û dibistanên Helebê jî ji Pûtîn pirsî, min got kî êriş kir? Wî got ne me kiriye. Min jî got başe li gorî ku ne me jî lê da naxwe kî êriş dike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan li ser gihandina alîkariyên Helebê peyivîn
    Uşakov: "Axaftina Pûtîn û Erdogan a bi telefonê ne diyar e"
    Peskov: Daxuyaniya Erdogan ji bo Esad di axiftina Pûtîn û Erdogan de nehat rojevê
    Erdogan û Pûtîn pêwediya telefonê kir
    'Divê Pûtîn, Erdogan û Trump pergala cîhanê pêk bînin'
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de