17:28 20 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye

    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Hat îdîakirin ku hikûmetê di Lijneya Ewlehî ya Netewî (MGK) ya dawî de her cihê ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) lê dimîne wekî hedefa meşru îlan kiriye.

    Tel Abyad'ın YPG kontrolüne geçmesinin ardından buradaki IŞİD bayrağı da indirildi.
    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Hat îdîakirin ku hikûmetê di Lijneya Ewlehî ya Netewî (MGK) ya dawî de her cihê ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) lê dimîne wekî hedefa meşru îlan kiriye. Li gorî îdîayan Tirkiye Efrîn jî di nav de wê li her cihî tedwîrên bigire.

    Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, li Iraq û Sûriyeyê bi taybetî wê 3 noqte wê bibin hedefê Tirkiyeyê. Ji van a pêşî Minbic a duyemîn Şingal û ya sêyemîn jî li Sûriyeyê herêma Efrînê ye.

    Li gorî nûçeyê, Lijneya Ewlehî ya Netewî di civîna xwe dawî de biryar wergirtiye ku bi deklarasyona ‘wê destûra avakirina koridora terorê' neyê dayîn û têkevin pêvajoyeke nû û bi guherîna konseptê Tirkiye êdî Efrîn jî di nav de wê li her cihî bergiriyên ewlehî bigire, bi vî awayî Tirkiye ji bo herêma Minbic, Şingal û Efrînê wê bilkaribe dest bi operasyonan bike.

    Bi heman mijarî:

    MGK: Em destûrê nadin korîdora terorê
    Sirri Surreya Onder: Biryara hevdîtinên me yên Qendîl û Îmraliyê di MGKê de hate standin
    Ji KCKê îdiaya civîna AKP û MGKê! AKPê berê biryara şer dabû
    Artêşa Tirkiyeyê ket Eyndîwera Rojavayê
    Artêşa Tirkiyeyê Til Rifatê bombebaran dike
    Etîketan:
    Biryara MGKê, Lijneya Ewlehî ya Netewî (MGK), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de