18:14 17 Çile 2018
Zindî
    Leşkerên Tirkiyê Hatay-Sûriye

    Wezîrê Tirk: Armanca Tirkiyê kontrolkirina Babê ye

    © AP Photo/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş operasyona ‘Mertala Firatê’ ku li hundirê Sûriyê berdewam dike parast û got, ‘Armanca Tirkiyê ji aliyê Artêşa Sûriya Azad ve kontrolkirina El Babê ye. Em ji bo wê piştevaniya lojîstîk didin.’

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Kurtulmuş di bernameya taybet a TRTê de li ser geşedanên li Sûriyê daxuyakirin, niha hemû dewlet û rêxistinên li Sûriyê dibêjin, em dijî DAIŞê şer dikin, lê ti hemahengiyek ji bo çawaniya têkoşîna dijî DAIŞê di navbera wan de nîne û hemû dixwazin bi hinceta DAIŞê rewabûna xwe li nav Sûriyê pêk bînin.

    KURTULMUŞ: EM JI OPERASYONA MERTALA FIRATÊ VENAGERIN

    Numan Kurtulmuş got ku dê bi demê re rastiya operasyona Mertala Firatê bê fêm kirin û wiha dewam kir: ‘Niha armanca Tirkiyê kontrolkirina bajarê El Babê ji aliyê Artêşa Sûriya Azad ve ye. Ji bo vê em piştevaniya lojîstîk didin. Helbet ev meseleyeke zehmet e. 22 leşkerên me di operasyona Mertala Firatê de şehîd bûn. Lewra ev herwiha meseleyeke ewlekariya netewî ya Tirkiyê ye. Rûsan îro li ser şehîdbûna leşkerên me yên bi êrîşa asmanî daxuyanî dan. Dê Tirkiye heta rastiya vê êrîşê derxe holê li pey biçe. Dê bi awayekî bê fahmkirin ku ji aliyê kîjan hêzê ve ev operasyon hatiye kirin û rastî derkeve holê. Li hewayê balafirên her kesî hene. Diyar e tiliya hin pêkhateyên nerazî di nav vî karî de heye. Tê zanîn ku balafirên bêmirov ên rêxistina terorê jî hene. Lewma jî dê ev derkeve holê. Lê di encamê de her çi dibe bila bibe, dê Tirkiye ji vê operasyonê venegere.'

    'HER KES AŞTÎYEKE LI GOR BERJEWENDIYÊN XWE DIXWAZE'

    Kurtulmuş li ser têkiliya tevgera ber bi El Bab û Minbicê jî destnîşan kir ku ti eleqeya wê bi geşedanên Helebê re nîne û wiha axivî:

    ‘Tirkiye ji bo parastina hevsengiya li herêmê û başkirina rewşa însanî ya li Helebê çi dikeve ser milê wê dike. Bi her kesî re hevdîtinê dike. Bi Rusya re hevdîtinan dike, bi Merkel û Îranê re hevdîtinan dike. Mixabin li ser maseyan ji bo Sûriyê ti çareseriyek dernakeve. Pir eşkere bêjim, sedema bingehîn a derneketina çareseriyekê ji maseya aştiyê ev e; her kes dixwaze aştiya li gor berjewendiyên xwe bide sepandin.'

    'JI BO AGIRBESTA HELEBÊ GARANTORIYA RÛSYA GIRÎNG E'

    Cîgirê Serokwezîr herwiha bi bîr xist ku di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de li ser mijara Sûriyê hin nêrînên cuda hene û got, ‘Gelekî girîng e ku Rûsya ji bo rewşa mirovî ya Helebê garantoriya agirbestê bike. Heger Tirkiye û Rûsya bikarin vê bikin û di demeke nêzîk de li Helebê agirbestê pêk bînin, îhtîmal e ku li pey wê pêvajoya alîkariyên mirovî zû dest pê bike.'

     

    Bi heman mijarî:

    Çavuşogu: Hedefa operasyona Mertala Firatê, herêma Bab e
    "Tirkiye dixwaze operasyona Reqqayê, piştî yên Mertala Firatê û Mûsilê dest pê bike"
    Du leşkerên tirk ên operasyona Mertala Firatê birîndar bûn
    3 kîlometre mane ku Artêşa Sûriyeyê bigihêje El-Babê
    Artêşa Sûriyeyê 3 kîlomitroyan nêzîkî El Babê bû
    Etîketan:
    numan Kurtulmuş, Artêşa Sûriya Azad, El Bab, Mertala Firatê, Tirkiye, Rûsya, Heleb, Sûriye, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de