14:55 24 Çile 2018
Zindî
    erdogan

    Pisporê Rûs: Erdogan pêşî dibêje, paşê difikire

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Pisporê siyasetê yê Rûsî Boris Nadejdin ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, ‘Pêşî dibêje, paşê difikire’.

    Pîsporê Rûsî Nadejdin di bernameya televizyona Kanala 1ê de li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê yên ji bo hilweşandina hikûmeta Serokê Sûriyê Beşar Esad nirxandin kir.

    'NABE MIROV ZÊDE LI SER GOTINÊN ERDOGAN RAWESTE'

    Nadejdin diyar kir ku nabe mirov li ser gotinên Erdogan zêde raweste û wiha axivî: ‘Bûyer gelekî basît e. Taybetmendiyeke Erdogan heye; Erdogan pêşî dibêje, paşê difikire… Piştî hilbijartinên seroktiya Amerîkayê hinek kes dînitiyan dikn. Êdî rizgarkirina Helebê ji dagirkeriyê neçariyek e, lewra hin kes ji niha ve hêrs dibin.'

    'JI BO ERDOGAN PÊWENDIYA RÛSAN GELEKÎ GIRÎNG E'

    Pisporekî din ê Rûsî Maksîm Şevçenko jî di heman bernameyê de da zanîn ku têkiliyên Erdogan û Beşar Esad xerab in û wiha pê de çû: ‘Belê, raste ku berê navbera Erdogan û Esad baş bû. Lê paşê Erdogan tim got ku ew ji Esad hez nake. Lê belê divê ev jî neyê jibîrkirin: Ji bo Erdogan pêwendiya bi Rûsan re gelekî girîng e.'

    Bi heman mijarî:

    "Dibe Rûsya navbeynkariyê di navbera Esad û Erdogan de bike"
    ‘Ma Erdogan wê çawa karibe, Esadê ku Rûsya li piştê ye têk bibe?'
    Rûsya: Dibe gotinên Erdogan têkiliyan aloz bikin
    Rûsya: "Erdogan lêborîn nexwesta jî me dîsa piştgiriya wî dikir"
    Erdogan: "Divê Tirkiye û Rûsya ji bo Sûriyeyê bibin yek"
    Etîketan:
    Heleb, Beşar Esad, Sûriye, Erdogan, Maksîm Şevçenko, Pîsporê Rûsî Nadejdin, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de