00:24 27 Gulan 2018
Mark Toner

Ji Amerîkayê bo Rûsyayê: Em bi hevdîtina muxalîfan kêfxweş dibin

© Foto : CSPAN (Screenshot)
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser nûçeyên derbarê hevdîtina Rûsyayê bi muxalîfên Sûriyê re daxuyanî da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner daxuyakirin ku Washington wan îdiayên Rûsya bi muxalîfan re hevdîtinan dike nikare piştrast bike û got, ‘Em hemû xebatên ji bo êşên gelê Sûriyê û bi taybetî yên xelkê Helebê kêm bikin bi kêfxweşî pêşwazî dikin.'

TONER: EM Ê PÊWENDIYAN BIDOMÎNIN

Toner da zanîn ku ew piştgiriyê didin hewildanên bo çareserkirina krîzê û wiha axivî:

‘Em pêwendiyên xwe yên nêzîk yên bi hevalbendên xwe yên Tirk, Rûs, Siûdî, Qeter, Ewropî û muxalîfên Sûriyê re didomînin.'

KERRY Û LAVROV LI ROMAYÊ DICIVIN

Herwiha hat ragihandin ku dê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Sûriyê li Neteweyên Yekgirtî (NY) Staffan de Mistura re li Romayê were ba hev.

Bi heman mijarî:

Îdia: Dê Amerîka, Rûsya û Tirkiye operasyona hevpar bikin
Rûsya û Amerîka ewlehiya firînê ya li Sûriyeyê axivîn
Amerîka, daxwaza Rûsya ya çavdêriya hilbijartinê qebûl nekir
Lavrov: "Rûsya, Tirkiye, Amerîka û Siûdî roja şemiyê ji bo Sûriyeyê dicivin"
"Amerîka û Rûsya rasterast şer nakin, dibe li welatên din pev biçin"
Etîketan:
John Kerry, Mark Toner, Rûsya hevdîtinên muxalîfan, Wezareta Derve ya Amerîkayê, Sergey Lavrov, Amerîka, rûsya, Amerîka, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de