16:42 18 Hezîran 2018
ak partî

Pêşniyara AK Partiyê ji îmzeyan re vebû

© Foto : Ak Parti Merkez
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Pêşniyara AK Partiyê ku bi MHPê re li ser 'Sîstema Serokomariyê' li hev kiriye ji bo îmzeyê ji parlemantaran re hat pêşkeşkirin.

Pêşniyara Ak Partiyê ya ‘Pergala Serokomariyê' ku guherînan di destûra Tirkiyê de pêşnîyar dike, ji bo îmzeyan ji parlemantarên AK Partiyê re hat pêşkeşkirin.
Pêşniyara sîstema serokomariyê ku êdî serokomar dê bikaribe pêwendiya xwe ya bi partiya xwe re jî berdewam bike, tê pêşbînîkirin ku di demeke nêz de pêşkeşî seroktiya Parlemana Tirkiyê were kirin.

HERÎ KÊM ÎMZEYÊN 184 PARLEMANTARAN PÊWÎST IN

Ji bo pêşniyara guherîna qanûnê ji seroktiya parlemanê re were pêşkeşkirin pêwîstî bi îmzeyên ji sisiya yekê rêjeya parlemantaran heye ku 184 parlemantar îmze bikin têr dike.

PÊŞNIYAR 330 DENGAN BISTÎNE DIÇE REFERANDÛMÊ

Piştî qebûlkirina pêşniyarê ji bo pêşniyar ji parlemanê derbas bibe pêwîstî bi 330 dengên parlemantaran heye ku heger tevahiya pêşniyar qanûnê dibin 330 dengan de bimîne pêşniyar nayê qebûl kirin.

Li gor qanûnên Tirkiyê heger pêşniyara guhertina sîstema serokomariyê 330 dengan bistîne dê referandum were kirin û heger 367 dengan bistîne jî dikare neçe referandûmê.

Bi heman mijarî:

Turk: AKP kesên ku bîat neke tesfiye dike"
PKK: AKP Û MHP nikarin Tirkiyê ji parçebûnê xelas bikin
AKP wê pêşnûmeya sûcên destdirêjiyê bi mixalefetê re biaxive
AKP-CHP-MHP: Bila HDP têkiliyên xwe bi PKKê qut bike
Partiyên AKP CHP û MHP ji bo makeqanûnek biçûk çêkin dicivin
Etîketan:
Parlemantoya Tirkiyê, Pêşnîyara qanûnê, AKP û MHP, Sîstema Serokomariyê, Sîstema Seroktiyê, TIRKIYE
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de