10:33 24 Hezîran 2018
Pirtûkên kurdî

Li Zanîngeha Sineyê pirtûka dîroka wêjeya Kurdî hat weşandin

© Foto: fb
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Li eyaleta Kurdistanê ya Îranê pirtûka bi navê ‘Dîroka Wêjeya Kurdî, Ji Destpêkê Heya Şerê Cîhanê yê Yekem' ji aliyê Enstîtuya Kurdistannasî ya Zanîngeha Azadî ya Sineyê ve hat weşandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê pirtûka bi navê ‘Dîroka Wêjeya Kurdî, Ji Destpêkê Heya Şerê Cîhanê yê Yekem' ya ku ji aliyê Dr. Cemal Ehmedî ve hatiye nivisîn, ji aliyê Enstîtuya Kurdistannasî ya Zanîngeha Azadî ya Sineyê ve hat weşandin.

Hat diyar kirin ku di derbarê xebatên wêje û çanda Kurdî de ev pirtûka pêncemîn e ku ji aliyê Enstîtuya Kurdistannasî ya Zanîngeha Azadî ya Sineyê ve tê weşandin.

Her wiha nivîskarê pirtûkê Dr. Cemal Ehmedî jî li Zanîngeha Azadî ya Sineyê endamê desteya zanistiyê ye û serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Enstîtuya Kurdistanasiyê ye.

Bi heman mijarî:

Di dîroka Îranê de cara yekem pirtûka “dersa kurdî” ya fermî hate weşandin
Pirtûka Spî ya Japonyayê Çîn hêrs kir
Pirtûka Fehim Taştekin a bi navê 'Rojava dema kurdan' weke sûc hate dîtin
Gazpromê pirtûka `Welatê Efsanyan` pêşkêşî gelê Kurdistanê kir
Etîketan:
dîroka wêje ya Kurdî, pirtûk, Enstîtuya Kurdistannasiyê, Zanîngeha Azadî ya Sineyê, Dr. Cemal Ehmedî, Îran, Sine
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de