22:01 22 Sibat 2018
Zindî
    Şewata Şevnişîna Edeneyê

    Rapora sedemên şewata Edenê hat ragihandin

    © AFP 2018/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di raporta pêşî ya pisporî ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Aladagê ve hatiye nivîsîn de, sedema şewata şevnişîniya zarokên xwendekar hat eşkere kirin.

    Li gor raporta pêşî ya pisporî zarokên ku di şewatê de can dane ji ber ku destiyê deriyê nêrdewana şewatê nebûye nekarîne derkevin derve û di qata diduyan a avahiyê de ji ber kevnbûna şalterên panoya kehrebeyê di elektrîkê de qaçaxî çêbûye.

    DESTÎYÊ DERÎ TUNEBÛ, SÎSTEMA ELEKTRÎKÊ KEVN BÛ

    Pisporê ewlekariya kar di nivîsa rapora pêşî ya şewatê de daxuyakirin, ji ber ku derî PVC bûe û destiyê derî jî tunebû zarokan nekariye derkevin derve û xwe rizgar bikin.

    Di nivîsê de pisporê elektrîkê jî da zanîn ku ew guman dike beşa pişta panoya elektrîkê bûye sedema şewatê ku ew jî ji ber kevnbûna pergala elektrîkê ya nav avahiyê ye.

    Di raporta hatiye amadekirin de hat gotin, 7 zarokên ku can dane di heman jûrê de bûn, li kêleka nêrdewana şewatê de 4 term hebûn û termê zarokekê jî li qata 1ê hatiye dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo şewata yurda şagirtan a Edeneyê 14 kes hatin binçavkirin
    Li çiyayê Bagokê ya Mêrdînê şewat derket
    Li Moskovayê şewat: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Hindistanê di febrîqeyê de şewat: 13 mirî û 9 birîndar
    Li avahiyeke nêzî Kremlînê şewat derket
    Etîketan:
    Rapora Pisporan, Şevnişîniya Zarokan, Şewata Edenê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de