03:39 19 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

Pûtîn û Erdogan li ser gihandina alîkariyên Helebê peyivîn

© Foto : AA/ Kayhan Özer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îşev pêwendiyeke telefonê pêkanîn.

Li gor çavkaniyên Serokomariya Tirkiyê ku di medya tirk de hatiye belavkirin di pêwendiya telefonê ya her du serokan de ji xeynî danûstandinên dualî li ser rewşa mirovî ya Helebê hatiye rawestîn.

ASAYÎKIRINA PÊWENDIYAN Û GIHANDINA ALÎKARIYAN BO HELEBÊ

Hat ragihandin ku her du serokan li ser lezandina xebatên gihandina alîkariyên mirovî bo Helebê li hev kiriye û girîngiya normalbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyê anîne ziman.

BEHSA HATINA LAVROV Û ÇÛNA MOSKOWÊ YA SEROKWEZÎR HAT KIRIN

Di pêwendiya telefonî de behsa serdana Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatiye kirin ku li Antalyayê beşdarî Civîna Gruba Rûs-Tirk a Planên Stratejîk ên Hevpar dibe.

Herwiha babeteke din a hatiye axaftin jî serdana Moskowê ya Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim a 6ê mehê ye.

KREMLÎN: PÛTÎN Û ERDOGAN LI SER TÊKILIYÊN RÛS Û TIRKAN AXIVÎN

Li ser pêwendiya telefonî ya Pûtîn û Erdogan ji Kremlînê jî daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, ‘Di hevdîtinê de li ser pêwendiyên curbecur ên demên pêş û pêwendiyên Rûs-Tirk yên dualî hatiye rawestîn.'

JI BO ZAROKÊN LI EDENÊ MIRINE SERSAXÎ

Pûtîn ji bo zarokên li şewata Edenê can dane sersaxî xwest.

Bi heman mijarî:

Uşakov: "Axaftina Pûtîn û Erdogan a bi telefonê ne diyar e"
Peskov: Daxuyaniya Erdogan ji bo Esad di axiftina Pûtîn û Erdogan de nehat rojevê
Wezîrê Îsraîlê: Ji Pûtîn fêr bibin bê çawa ji heq Erdogan derdikeve
Pûtîn bo leşkerên tirk ji Erdogan sersaxî xwest
Erdogan û Pûtîn pêwediya telefonê kir
Etîketan:
Erdogan, Pûtîn, Tirkiye, Rûsya, Tirkiye, Rojhilata Navîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de