10:32 18 Hezîran 2018
Nexweşxane

Di kanaya mermeran de qeza: Karkerek mir, 2 karker jî birîndar bûn

twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Ispartayê li navçeya Sutçulerê 3 karker di bin bloka mermer de man û ji wan karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 karker jî bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li bajarê Ispartayê li gundê Çandir ê girêdayî navçeya Sutçulerê li kanaya mermeran 3 karkerên bi navê Sakin Doner;(32), Volkan Yildiz û Yavuz Unsal bi encama qulibîna bloka mermer de di bin mermer de man û birîndar bûn.

Karkerên birîndar ji aliyê ambûlansan ve sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Sutçulerê hatin kirin. Ji birîndaran yê bi navê Sakin Doner li beramberî hemû midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Hat hîn bûn ku metirsiya jiyan a her du birîndarên din berdewam dike.

Bi heman mijarî:

Di bûyera kana ya Sêrtê de kesek hat girtin
Li Sêrtê kanayek hilweşiya: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
Li Dortyolê qezaya trafîkê: 12 karker birîndar in
Etîketan:
mirî û birîndar, kanaya mermeran, karker, Nexweşxaneya Dewletê ya Sutçulerê, Yavuz Unsal, Volkan Yildiz, Sakin Doner, Sutçuler, Isparta
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de