14:48 18 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Rayedarê tirk: Divê gotinên Erdogan ji bo Esad gotin bi gotin neyên şirovekirin

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Çavakniyên Serokkomariya Tirkiyeyê diyar kir ku divê gotinên Erdogan ji bo Serokê Sûriyeyê Beşar Esad "gotin bi gotin" neyên şirovekirin.

Çavkaniyeke li Serokkomariya Tirkiyeyê ji Spûtnîkê re wiha got: Erdogan duh ev daxuyanî da lê divê gotinên wî "herf bi herf" neyên şirovekirin. Hêvîdar im ev jihevfêmkirina şaş bi Rûsyayê zûtirîn dem ji nav rabe."

Herwiha çavkaniyê teqez kir ku tenê birêveberên payebilind dikarin gotinên Erdogan şirove bikin.

ERDOGAN ÇI GOTIBÛ?

Erdogan li Stenbolê di Sempozyûma Platforma Qudsê ya Navparlamentoyan de wiha axivîbû:

"Niha reqemên 600î tê bilêvkirin, lê na. Li gor nêrîna min li Sûriyeyê nêzîkî yek milyon mirov mirine. Ev mirin hîna jî berdewam dikin. Beyî ku ferqê têxe navbera zarok, jin, mêr de berdewam dike. NY li ku ye, çi dike? Li Iraqê heye? Dîsa nîne. Me got sebir, sebir, sebir, herî dawî me êdî xwe negirt û em neçar man ku bi Artêşa Sûriyeya Azad re bikevin Sûriyê. Em çima ketine? Çavê me di xaka Sûriyê de nîne. Mesele ji bo ku xwediyê rasteqîn ên xakê bibin xwediyê xaka xwe, ji bo vî tiştî. Yanî em li wir ji bo avakirina edaletekê hene. Em ji bo dawiyê li desthilatdariya (Serokdewletê Sûriyê Beşar) Esad ê zalim ê terora dewletê dikin ketin wir, ne ji bo tiştekî din."

Bi heman mijarî:

Pisporê rûs daxuyaniya Erdogan şirove kir: Daxuyaniya derbarê Sûriyeyê retorîk e
Sûriye: Daxuyaniya Erdogan delîla êrîşkariya Tirkiyê ye
Uşakov: "Axaftina Pûtîn û Erdogan a bi telefonê ne diyar e"
Bogdanov: "Daxuyaniya Erdogan a Esad li dijî peymana rûs û tirk e"
‘Ajana Sor' Chapman: Ne diyar e ku dê Erdogan çi bike
Peskov: Daxuyaniya Erdogan ji bo Esad di axiftina Pûtîn û Erdogan de nehat rojevê
Etîketan:
Artêşa Sûriyeya Azad, recep Tayyip Erdogan, Beşar Esad, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de