05:00 20 Sibat 2018
Zindî
    PYD Eşbaşkanı Salih Muslim

    Muslim: Plana Erdogan a dabeşkirina Sûriyeyê neguheriye

    © AFP 2018/ JACQUES DEMARTHON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) got ku daxuyaniyên dawî yên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê operasyona Mertala Firatê de diyar dikin ku armanca wî ya dabeşkirina Sûriyeyê neguheriye.

    Salih Muslim derbarê daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo operasyona Mertala Firatê ku gotibû," Artêşa Tirkiyeyê wê derê ta ku dawiyê li serweriya Esadê zalimê bîne, ne ji bo tiştekî din" ji Spûtnîkê re nirxand û wiha got: "Gotinên xwe yên ji sala 2011an de dikirin dubare dike".

    "DESTWERDANA TIRKIYEYÊ DI SÛRIYEYÊ DE PIŞTÎ DAIŞ TÊK ÇÛ PÊK HAT"

    Hevserokê PYDê diyar kir ku ev gotinên Erdoganî nîşan didin ku planên wî yên ji sala 2011an de nehatine "guhertin" û wiha dewam kir: "Destwerdana Erdogan di Sûriyeyê de piştî têkçûna plana DAIŞê ya perçekirina Sûriyeyê pêk hat. Anku ew bi plana xwe ya perçekirina Sûriyeyê re dilsoz e".

    "HETA ERDOGAN LI DESTHILATÊ BE, NE PÊKAN E TÊKILIYÊN RÛSYA Û TIRKIYEYÊ ASAYÎ BIBIN"

    Herwiha Muslim derbarê têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê de piştî daxuyaniyên Erdogan de jî axivî û teqez kir ku heta Erdogan li ser desthilatê be, ne pêkan e têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê asayî bibin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li hemberî biryara girtina Muslim kampanyeya îmzeyan hate destpêkirin
    Wê ji bo Salih Muslim daxwaza ‘bultena sor’ bê kirin
    Salih Muslim: Derheqê me de fermaneke derew hatiye derxistin
    Salih Muslim bersiva Erdogan da: Rizgarkirina HDPiyan deynê stûyê me ye
    Tirkiyê, derbarê Salih Muslim û rêveberên PKKê de biryara girtinê stand
    Salih Muslim li Swêdê bang kir: Piştgiriya gelê Rojava bikin
    Salih Muslim: Îdiaya me nîne ku em Reqqayê birêve bibin
    Etîketan:
    Beşar Esad, Recep Tayyip Erdogan, Salih Muslim, Tirkiye, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de