14:51 19 Sibat 2018
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu û Sergey Lavrov

    Ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniya hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu

    © Sputnik/ Nina Zotina
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û hemkarê wî Sergey Lavrov sibê li navçeya Alanya ya Antalyayê hevdîtinê pêk tînin.

    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û hemkarê wî Sergey Lavrov sibê ji bo civîna Grûba Plansaziya Stratejîk a Hevpar a baskê Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye û Rûsyayê (DUİK) li navçeya Alanya ya Antalyayê hevdîtinê pêk tînin.

    Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de pêvajoya normalîzebûnê, asta têkiliyên dualî, pêşveçûnên herêmî û navneteweyî dê werin nirxandin. Ev civîn wê amadehiya hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a destpêka sala 2017an a DUİKê be.

    DIBE DAXUYANIYA ERDOGAN A ESAD JÎ WERE ROJEVÊ

    Di hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu ya sibehê li Alanyayê de dibe daxuyaniya Erdogan a Esad ku gotibû ‘ji bo em dawiyê li hikûmraniya Esad bînin ketin Sûriyeyê, ne ji bo tiştekî din em ketin wir' were rojevê.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu û Lavrov 'agirbesta li Sûriyeyê' axivîn
    Çavuşoglu û Lavrov li Soçiyê kom bûn
    Hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu bi dawî bû
    Sûriye: Daxuyaniya Erdogan delîla êrîşkariya Tirkiyê ye
    Uşakov: "Axaftina Pûtîn û Erdogan a bi telefonê ne diyar e"
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye û Rûsyayê (DUİK), Grûba Plansaziya Stratejîk a Hevpar, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de