18:26 25 Sibat 2018
Zindî
    Teqîn - operasyon - leşker - Bedlîs

    PKKê li Şirnexê êrîş kir: Leşkerek mir

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Qileban a Şirnexê endamên PKKê êrîş bir ser leşkerên artêşa Tirk û di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlehiya Tirkiyeyê endamên PKKê li navçeya Qileban a Şirnexê li Girê Kopkiyê di dema derbasbûna leşkeran de teqemeniyê berê bicihkiribûn, teqandin.

    Di encama teqînê de leşkerek bi giranî birîndra bû û ew leşkere birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Leşkerê birîndar li nexweşxaneyê li beramberî hemû midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

    Li herêmê leşkeran dest bi operasyoneke berfireh kir.

    Etîketan:
    jiyana xwe ji dest da, leşker, teqîn, êrîş, PKK, Qileban, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de