19:21 19 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Sûriyeyê  Beşar Esad

Sûriye: Daxuyaniya Erdogan delîla êrîşkariya Tirkiyê ye

© REUTERS / SANA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê derbarê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Erdogan de daxuyaniyek da ku digot armanca artêşa Tirkiyê ‘dawiyê li desthilatdariya’ Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad bîne. Wezaretê diyar kir ku ev daxuyanî ‘delîla êrîşkariya Tirkiyê ya li ser xaka Tirkiyê ye’.

Daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Sûriyê kete destê RİA Novostiyê ku ev nirxandin tê de heye: "Daxuyaniya derbarê armanca êrîşkariya tirk a Erdogan, xala dawî danî ber derewên wî (Erdogan) û derxist holê ku êrîşkariya tirk a li nav xaka Sûriyê tenê di encama azwerî û şaş famkirinê de ye."

Erdogan li Stenbolê di Sempozyuma Platforma Qudsê ya Navparlamentoyan de axivî û derbarê operasyona Mertalê Firatê de wiha gotibû: "Niha reqemên 600î tê axavtin, lê na. Li gor nêrîna min li Sûriyê nêzîkî yek milyon mirov mirin. Ev mirin hîna jî berdewam dikin. Beyî ku ferqê têxe navbera zarok, jin, mêr de berdewam dike. NY li ku ye, çi dike? Li Iraqê heye? Dîsa nîne. Me got sebir, sebir, sebir, herî dawî me êdî xwe negirt û em neçar man ku bi Artêşa Sûriyeya Azad re bikevin Sûriyê. Em çima ketine? Çavê me di xaka Sûriyê de nîne. Mesele ji bo ku xwediyê rasteqîn ên xakê bibin xwediyê xaka xwe, ji bo vî tiştî. Yanî em li wir ji bo avakirina edaletekê hene. Em ji bo dawiyê li desthilatdariya (Serokdewletê Sûriyê Beşar) Esad ê zalim ê terora dewletê dikin ketin wir, ne ji bo tişteki din."

Bi heman mijarî:

Uşakov: "Axaftina Pûtîn û Erdogan a bi telefonê ne diyar e"
"Erdoganê derbarê Esad de diaxive, hewldana derbeyê ji bîr dike"
Bogdanov: "Daxuyaniya Erdogan a Esad li dijî peymana rûs û tirk e"
‘Ajana Sor' Chapman: Ne diyar e ku dê Erdogan çi bike
Kremlin li bendeye ku Erdogan derbarê gotinên xwe de daxuyaniyekê bide
Etîketan:
Sempozyuma Platforma Qudsê ya Navparlamentoyan, RİA Novosti, Wezareta Karê Derve ya Sûriyê, NY, recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de