16:58 19 Hezîran 2018
Dadgeh

Li Wanê 32 kes, li Bursayê 2 kes hatin girtin

© Flickr /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Erdîşê ya bajarê Wanê endam û rêveberên HDPê û DBPê jî di nav de 32 kes, li bajarê Bursayê jî 2 kes bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê' hatin girtin.

Hat ragihandin ku li navçeya Erdîşê ya bajarê Wanê rêveber û endamên HDPê û DBPê jî di nav de 51 kesên ku di 17ê Mijdarê de hatibûn desteserkirin, sewqê dadgehê hatin kirin. Ji wan 19 kes piştî îfadeya dozgeriyê serbest hatin berdan, 32 kesên din jî bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê' û ‘piştgiriya rêxistinê' ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Li gel vê yekê hat hîn bûn ku li Bursayê jî ajokarê minîbusê yê bi navê Huseyin Dokmen û karkerê înşeatê Ramazan Guner ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî ji aliyê polîsan ve di malên xwe de hatin desteserkirin û bi hinceta ‘propaganakirina rêxistinê' hatin girtin. Doken û Guner piştî biryara girtinê sewqê Girtîgeha Tîpa H ya Bursayê hatin kirin.

Bi heman mijarî:

6 kes li Êlihê hatin girtin
Hevşaredarên Melezgîrê hatin girtin
Hevşaredarên Norşîn û Bedlîsê hatin girtin
Li Mêrdînê 5 kes hatin girtin
Li Mûşê 7 kes hatin girtin
Etîketan:
Girtîgeha Tîpa H ya Bursayê, DBP, HDP, Ramazan Guner, Huseyin Doken, Erdîş, Bursa, Wan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de