13:52 22 Hezîran 2018
hdp

Li Parlamentoya Tirkiyeyê li hemberî Kurdî bertek

© Foto: twitter/Pervin Buldan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentera Sêrtê ya HDPê Besime Konca gava ku li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Kurdî axivî, rastî bertekan hat.

Parlamentera Sêrtê ya HDPê Besime konca li Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê gava ku di derbarê pêşniyarnameya xwe ya dayî de bi Kurdî axivî, rastî bertekên parlamenterên AKPê hat û wan parlamenteran ji parlamentera HDPê re gotin, "bi Tirkî biaxive."

Konca ya ku paşê vegeriya ser Tirkî, got, "Jixwe hikumet axaftinên me yên bi Tirkî fêm nake, nebe ez bi zimanê xwe biaxivim."

Li ser axaftina bi Kurdî ya parlamenter Konca Parlamenterê Enqere yê MHPê Erkan Haberal jî bertek nîşan da û got, "Tu kes nikare bi mafê ku vî gelî daye wan, lehengtiya sixte bike."

Parlamenterê Stenbolê yê AKPê Mehmet Metiner jî anî ziman Tirkî û Kurdî ne dijmînên hev in û got, Kurdî zimanî wî yê dayikê ye.

Li ser vê yekê Serokwekîla Parlamentoyê Pervin Buldan a HDPyî diyar kir ku zimanê fermî yê Tirkiyeyê Tirkî ye lê Kurdî jî zimanê 20 milyon mirovan e û berê jî li vê parlamentoyê bi zimanên Azerî û Ermenî hat axaftin lê ev bertek nehat nîşan dayîn.

Etîketan:
bertek, Serokwekîla Parlamentoyê, Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, Parlamenterê AKPê yê Stenbolê, Parlamentera Sêrtê ya HDPê, Mehmet Metiner, Pervin Buldan, Besime Konca, Stenbol, Sêrt
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de