16:56 25 Hezîran 2018
Malbata leşkerê dîl Sefter Taş

Leşkerê tirk 15 meh in li benda rizgarkirinê ye

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Leşkerê tirk ê bi navê Serter Taş ku di 1ê Îlona 2015an de ji terefê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatibû revandin, malbata leşker daxwaz dike ku roj berî rojekê kurê wan were rizgarkirin.

Leşkerê tirk ê bi navê Serter Taş ku di 1ê Îlona 2015an de ji terefê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatibû revandin, malbata leşker daxwaz dike ku roj berî rojekê kurê wan were rizgarkirin. Bavê leşkerê tirk ê di destê DAIŞê de dîl Aydin Taş ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got: "Ev 15 meh in kurê min di destê DAIŞê de dîl e, em dixwazin kêlîk berî kêlîkekê were azadkirin. Ji bo azadkirina kurê xwe ez ê îro bi Wezîrê Navxweyî re hevdîtinekê pêk bînim.

Rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din li gundê Ed Dana ku li rojavayê bajarokê El Babê dikeve 2 leşkerên artêşa Tirkiyeyê revandin, her çikas artêşê xwest wan rizgar bike jî bê encam ma û li gorî zanyariyan leşkerên tirk ên dîl birin girtîgeha bajarê Reqqayê.

JI BO MIJARA KURÊ XWE HATIM ENQEREYÊ

Bavê leşkerê dîl Aydin Taş ku niştecihê Ixdirê ye û karê rêncberiyê dike ji ajansa Spûtnîkê re got: "Em bûyerên derheqê kurê min de ji çapemeniyê fêr dibin ku li bajarê Reqqayê di girtîgehê de ye. Derbarê kurê min de berpirs ji bo azadkirina wî tu tiştî ji me re nabêjin. Ev 15 meh in ku di DAIŞê de ye, em hewqas dikin bangawaziyê dikin lê kes dengê me nabihîze. Ji bo mijara revandina kurê min ez hatim Enqereyê, ez ê bi Wezîrê Navxweyî re hevdîtinekê pêk bînim û hêvî dikim encameke erênî ji civînê derkev. Berî demekê Parlamenterê HDPê yê Ixdirê ev mijar anîbû rojeva mêclisê û ji xeyrî wî tu kesî ev mijar neanî rojevê."

Aydin Taş di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em bi malbatî ji ber rewşa Serter perişan bûn, diya wî nexweş ket û niha bi dermanan li ser lingan e. Birayên wî jî pir xemgîn in. Ez jî êdî şaş bûme ez ê çi bikim û pir westiyam. Bila dewlet alîkarî bike û kurê min azad bike."

Bi heman mijarî:

Leşkerê tirk ku li Sûriyayê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
PYD ber bi Cerablusê ve here leşkerê tirk dê mûdaxele bike
Berpirsê DAIŞê yê Tirkiyê: Ez ê gule bera leşkerê tirk dim
Şervanên PKK êrîşî bingeha leşkerê tirk li nêzîk Kanî Masê kir
Leşkerê tirk ê birîndar mir
Etîketan:
Leşkerê tirk ê dîl, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Aydin Taş, Serter Taş, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de