18:56 25 Hezîran 2018
Alayên YPG li nêzîkî Hesekê

YPGê navên 8 şervanên xwe eşkere kir

© REUTERS / RODI SAID
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

YPGê navên 8 şervanên ku di şerê li Şedad û Til Temirê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda nûçeyan - Navenda çapemeniya YPGê encamên şerê li Şedad û Til Temirê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku  terorîstên DAIŞê di 26ê Cotmehê de êrişî ser gundê Ebû Fas a bi ser  Şedadê kirine. Terorîstên DAIŞê ji 5 milan bi wesayetên zirxî êrişî 4 noqteyên YPGê kirine û şerên dijwar rûdaye.
Di encama şerê li gundê Ebû Fasê de êrişa terorîstan hatiye pûçkirin û 6 şervanan jî jiyana xwe ji dest daye.

Di dewamiya daxiyaniyê de tê gotin ku  di 26ê Cotmehê de  li Til Temirê dîsa 2 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya YPGê nasnameyên eşkerekirî wiha ne:

Mevlut Yilmaz bi nasnav Bager Serhed, Rezan Îbrahîm bi nasnav Brûsk Rojhilat, Şahîn Şakîr bi nasnav Çekdar Rojava, Haci Sihet bi nasnav Dilşêr Wan, Seyîd Hesekê bi nasnav Dîyar Hesekê, Abdilezîz Ferhan bi nasnav Ezîz Hesekê, Elî El Xelef bi nasnav Şahîn Qamişlo, Îdrîs Şakîr bi nasnav Zinar Agirî.

Bi heman mijarî:

YPGê: Di şerê herêma Şedadê de 57 terorîst hatin kuştin
Li embarên YPGê du teqîn
"Amerîkayê moşekên antî-tank dane YPGê"
Li Qamişloyê di navbera YPGê û Artêşa Sûriyeyê de şer derket
Terorîstan êriş kir: 2 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest da
230 şervanan sonda têkoşîne xwar û tev li YPGê bûn
Êrîşên Tirkiyeyê berdewam dikin: Şervanekî YPGê jiyana xwe ji dest da, 3 birîndar!
Etîketan:
navên eşkerekirî, daiş, ypg, şer, şervan, şedad, til temir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de