23:54 22 Sibat 2018
Zindî
    Salih Mislim

    Îdîanameya teqîna Enqereyê ku Salih Mislim jî bersûc e hat amadekirin

    © AFP 2018/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê îdîanameya teqîna Enqere ya Kolana Merasîmê ku di 17ê Sibatê de pêk hatibû û 29 kesî jiyana xwe ji dest dest dabû amade kir.

    Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê îdîanameya teqîna Enqere ya Kolana Merasîmê ku di 17ê Sibatê de pêk hatibû û 29 kesî jiyana xwe ji dest dest dabû amade kir. Di dozê de derheqê 68 rêvebirên PKKê îdîaname hatiye amadekirin û dozger îdîaname şande dadgehê.

    Lêpirsîna derheqê teqîna Kolana Merasîma Enqereyê ku li hemberî serwîsa leşkeran pêk hatibû û di teqînê de 29 kesî jiyana xwe ji dest dabû îdîanameya wê qedîya. Di îdîanameya ku derheqê bûyerê hat amadekirin de ji bo 68 kesan 30 carî cezayê giran ê mûebetê tê xwestin.

    Li gorî îdîanameyê, ji bo ku Salih Mislim, Murat Karayilan û endamên Konseya Rêvebir a KCKê fermana êrişê dane derheqê wan de jî îdîaname hatiye amadekirin. Di çarçoveya lêpirsîna îdîanameyê de şema û banga rêxistinê ku ji terefê Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê ya Enqereyê ve hatibû amade kirin wê jî di îdîanameyê de cih girt.

     

    Bi heman mijarî:

    Salih Mislim dê li parlamentoya Brîtanyayê axaftinek bike
    Salih Mislim: ‘Operasyona veguhestina tirba Şah Silêman min kordîne dikir'
    Salih Mislim: ‘ Tirkiye ji kurdan ditirse'
    Demirtaş: 'Tirkiye çend car bi Salih Mislim re hevdîtinên fermî pêk anî'
    Salih Mislim, ji bo dorpêça Efrînê çû Hewlêrê
    Etîketan:
    PKK, KCK, Îdîanameya teqîna Enqereyê, Murat Karayilan, Salih Mislim, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de