06:44 18 Hezîran 2018
Ehrar-uş Şam

Serokê Ehrar-uş Şamê guherî

© AFP 2018 / MAHMUD AL-HALABI
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Serokê Rêxistina Ehrar-uş Şamê guherî û Elî Omerê bi leqeb Ebû Ammar bû serokê nû yê rêxistinê.

Rêxistina Ehrar-uş Şamê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ji ber ku dema serokatiya Muhenned El Misrî qediya û di encama îstîşareyan de Elî Omer (Ebû Ammar) bû serokê rêxistinê yê nû. Rêxistinê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji bo ked dayîna tevgerê spasiya El Misrî kir û ji bo serokê nû Omer jî serkeftin xwest.

Elî Omer (Ebû Ammar) ji Taftanaza bajarê Idlibê bû û cîgirtiya Muhenned El Misrî dikir.

Ji aliyê din ve li gorî Charles Listerê ji Enstîtûya Rojhilata Navîn ku navenda wê li Washîngtonê ye ragihand ku Ehrar-uş Şamê ji bo ku di nava rêxistinê de nêrînên cûda rake Elî Omer wezîfedar kir.

Bi heman mijarî:

Ehrar-uş Şam: "Em pêşniyara Rûsyayê qebûl nakin û em ê li berxwe bidin"
Cîhadîst ketin qirika hev: Du fermandarên Ehrar El-Şamê hatin kuştin
Rêxistina cihadîst Ehrar-uş Şam, ji bo Tirkiyeyê peyama sersaxiyê weşand
Ehrar El-Şam piştrast kir: Leşkerên tirk 11 penaberên Sûriyeyê kuştine
Du fermandarên Ehrar El-Şamê hatin kuştin
Etîketan:
Enstîtûya Rojhilata Navîn, Rêxistina Ehrar-uş Şamê, Charles Listerê, Muhenned El Misrî, Elî Omer, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de