03:27 19 Hezîran 2018
Operasyona Leşkerî ya Minbicê

‘Li Minbicê 37 endamên Artêşa Azad mirin'

© REUTERS / Rodi Said
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Di encama şerê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çekdarên Artêşa Sûriyê ya Azad yê li gundê Olaşa de 37 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin.

Duh çekdarên bi ser Artêşa Sûriyê ya Azad ve (ASA) girêdayî, ku bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê ve li nav Sûriyê operasyona ‘Mertalê Firatê' dabûn destpêkirin, bi fuzeyên katuşa û obusan gundê Olaşa topbaran kiribûn. Li vî gundê ku 29 kilometre li rojhilatê Minbicê dikeve şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dabû topbaranê û di encamê de şer derketibû.

Heman koman di heman demê de êrîşî noqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundên Cibildem û Sincarê kiribûn.

Di encama van şer û pevçûnan de li gorî nûçeya ANHAyê heta niha 37 çekdarên Artêşa Azad hatine kuştin ku termê komeke ji wan di deste şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye.

Bi heman mijarî:

Li Minbicê mayinek teqiya: 3 kes wenda û 9 birîndar
HSD: Em amadene alîkarî bidin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê
Tangeke din a Artêşa Tirkiyê li Minbicê hate rûxandin
Şerê li rojavayê Minbicê dijwartir bû
Li Minbicê tangeke din a artêşa tirk hate rûxandin
Etîketan:
Operasoyna Mertalê Firatê, Artêşa Tirkiye, ANHA, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Rojava, Sûriye, Tirkiyê, Sincar, Cibildem, Olaşa, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de