17:08 24 Sibat 2018
Zindî
    CHPê CHP

    CHP: "Em dikarin federasyonê jî nîqaş bikin"

    © Foto: Navenda Giştiya CHPê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, Parlamenterê CHPê û Endamê Lijneya Destûra Bingehîn Murat Emir derbarê sistema federasyonê de got: " Kî çi dixwaze bila were nîqaşkirin û bila siyaset kar bike.

    Li gorî nûçeya tora medyaya Rûdawê Murat Emir ragihandiye ku partiyê wî ji bo çareserkirina pirsa kurdî danezaneke ji 22 xalan pêk tê amade kiriye û got: "Em derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de her tiştî dibêjin. Pirsgirêka kurd dê bi awayeke demokratîk çareser bibe. Bêguman divê di bin banê parlamentoyê de çareser bibe. Divê Tirkiye nîqaş bike, baro, zanîngeh biaxivin û parlamento nîqaş bike. Divê medya azad be. Bi vî awayî yekser dê pirsgirêk çareser bibe. Em dê vê pirsgirêkê bi rêya demokrasî, wekhevî û dewleta hiqûqê de çareser bikin."

    DIVÊ EM BIKARIBIN HER TIŞTÎ NÎQAŞ BIKIN

    Murat Emir di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Di rewşa heyî de para AKPê û helbet para HDPê jî heye. Divê em êdî bibînin ka hêviyên xelkê herêmê çawa hatine şikandin. Divê em rasteqîn bin. Pêwîst e em destê xwe bixin binê kevir. CHPê destê xwe xistiye bin kevir."

    Emir li ser pirsa gelo CHP li ser nîqaşên federasyon û rêvebiriya xweser amadeye an na? bersivand û got: "Tu wateya vê tuneye ku em ji nîqaşan re girtîne. Em dibêjin bila her tişt bê nîqaşkirin. Kî çi dixwaze bila were nîqaşkirin. Kî çi dixwaze bila bibêje. Pêwîst e siyaset bixebite û hemû astengiyên li pêşiya azadiya ramanê bêne rakirin. Pêwîst e s,yaset bi qesrê ve neyê girêdan. Dema ew roj hat, em dikarin her tiştî baxivin û nîqaş bikin. Di dawiya dawî de emê li ser bingeha yekparebûna welat û pêkanîna demokrasiyê rêyekî bibînin."

    Bi heman mijarî:

    CHP: Bila Barzanî bi me re jî hevdîtinê pêk bîne
    CHP, li hemberî pergala serokatiyê dadikeve meydanan
    CHP: AKP bi girtina parlamentaran xizmeta terorê dike
    CHP: "Girtina parlamenteran li dijî Destûra Bingehîn e"
    CHP, bo betalkirina KHKê careke din serî li Dadgeha Bilind da
    Etîketan:
    CHP, em dikarin federasyonê jî nîqaş bikin, Parlamenterê CHPê, Murat Emir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de